Hevpeymanan firokeyeke Sûriyê xistin xwarê
Hewlêr (Rûdaw) – Hevpeymanan li nav axa Sûriyê firokeyeke bê firokevan a artêşa wî welatî kirin armanc û xistin xwarê.
Medyayên Amerîkayê ragihandin, ku Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê îro sêşembiyê 20ê Hezîrana 2017ê firokeyeke bêfirokevan a Artêşa Sûriyê xistin xwarê.
Li gorî medyayên amerîkî, firokeya bêfirokevana ku hatiye xistin, ji curê leşkerî bûye.
Hevpeymaniya Navdewletî jî têkildarî bûyerê ragihandiye, ku ev firokeya bêfirokevan a Sûriyê ku hatiye xistine, çêkiriya Îranê bûye.
Hevpeymaniya Navdewletî dibêje, firokeya bêfirokevan a leşkerî ya alîgirê rejîmê ku li ser serê hêzên Hevpeymaniyê re difirî, li başûrê Sûriyê hatiye xistin.
Pêştir û çend roj berî niha li derdora bajarokê Tebqayê ku dikeve bakurê rojavayê bajarê Reqayê, Hevpeymaniya Navdewletî firokeyeke şer a Artêşa Sûriyê ya ji curê SU-22 xistibû xwarê.
Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) di daxuyaniyekê de ragihandibû, piştî ku firokeya sûrî guh neda hişyariyên hevpeymaniyê, ji aliyê firokeyeke F-18 a artêşa Amerîkayê ve hat xistin.
Pentagon herwiha gotibû, firokeya sûrî dixwast ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li başûrê Tebqayê bombebaran bike, ku niha di çarçoveya operasyona rizgarkirina Reqayê de li dijî DAIŞê şer dikin.
Li ser xistina firokeya Artêşa Sûriyê, Rûsyayê jî nerazîbûnek tund nîşan dabû û ragihandibû, ku êdî ew jî dê esmanê aliyê rojavayê Çemê Firatê bixin bin kontrola xwe û çavdêriya wê bikin.
Wezareta Berevaniya Rûsyayê duh duşembiyê 20ê Hezîranê di daxuyaniyekê de tekez kiribû, ku ew dê her firokeyekê bikin armanc ku li esmanê aliyê rojavayê Çemê Firatê bifire.