Neteweyên Yekbûyî ragihand: Çend Sûriyeyî vegeriyane welatê xwe?

Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî ragihand ku zêdetirî 2 milyon koçberên Sûriyeyî vegeriyane welatê xwe.

Komîsyarê Komisyona Koçberan a Neteweyên Yekbûyî Phlippo Grandy doh ragihand ji dema rûxîna rejîma Beşar Esed a Kanûna Pêşîn a 2024an ve zêdetirî 2 milyon koçberên Sûriyeyî ji derve vegeriyane welatê xwe.

Cîgirê Nûnerê Taybet Neteweyên Yekbûyî Necat Ruşdî hişyarî da ku tevî sistbûna rewşa ewlehî, civakî û aboriyê yê Sûriyeyê, nikare careke din tehemula pêleke nearamiyê bike.

Li gorî rapora herî dawî ya Neteweyên Yekbûyî heta niha gelek kamp li bakurrojavayê Sûriyeyê hene û koçber venegeriyane cih û warên xwe.

Pêwîstiya 16 milyon û 500 hezar Sûriyeyî bi alîkariyên mirovî heye.