Li nêzîkî Şamê goreke bikom hat dîtin
Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Uteybeyê ya nêzîkî Şama paytexta Sûriyeyê goreke bikom hat dîtin ku tê texmînkirin tê de herî kêm termên 175 kesan hebin ku di dema desthilata Esed de hatine kuştin.
Heta niha 25 term hatine derxistin û tê bawerkirin ku qurbanî ew kes in ku Sibata 2014an dema ji Xûtaya Rojhilat direviyan, ketine kemîna hêzên hikûmetê.
Kemîna Xûtayê ya 2014an
Tê texmînkirin ku qurbaniyan xwestiye ji navçeyeke dorpêçkirî ya Xûtaya Rojhilat ku di bin destê mixalefetê de bû, birevin lê ketine kemîneke hêzên hikûmetê û hatine kuştin.
Rayedar texmîn dikin ku di wê kemînê de ji 200 kesî heta 300 kesî hatibin kuştin.
"Me hîn dest bi kolandinê nekiriye"
Tîmên Parastina Sivîlan heta niha 25 term ji gorê derxistine lê karê sereke yê kolanê hîn jî nehatiye destpêkirin.
Fermandarê Operasyonan ê Parastina Sivîlan ê Şamê Amir Fehd got:
"Heta niha, me hestiyên 25 terman kom kirine, em tenê bi wan terman re mijûl dibin ku li ser rûyê erdê ne.
Me hîn dest bi kolana gora bikom nekiriye, heta ku ji aliyê Komîsyona Niştimanî ya Karûbarên Windayan ve mekanîzmayeke diyarkirî bê destnîşankirin."
Berpirsê Desteya Niştimanî ya Karûbarên Windahiyan Emmar Îsa jî got:
"Niha, karê me tenê hilgirtina wan hestiyan e ku li ser erdê hatine dîtin li gel cil û bergên pêwendîdar.
Ev jî bi hevahengiya li gel dozgeriya giştî ye.”
Piştî Esed 63 gorên bikom hatine dîtin
Piştî nemana desthilata Esed ev ne yekemîn gora bikom e ku tê dîtin.
Heta niha herî kêm 63 gorên bikom ên bi vî rengî li seranserê Sûriyeyê hatine dîtin.
Komên mafên mirovan texmîn dikin ku ji sala 2011an ve 150 hezar kes li Sûriyeyê winda ne.
Hikûmeta demkî jî ji bo şopandina çarenivîsa kesên winda navendeke niştimanî damezirandiye.