Siwêda di bin dorpêça tund de daxwaza mafê çarenivîsê dike

Hewlêr (Rûdaw) – Li Siwêdayê li aliyêkî dorpêça tund a hikûmeta Sûriyeyê û li aliyê din xwenîşandanên Durziyan ên ji bo serxwebûnê berdewam dikin.

Çalakvanê mafên mirovan Wedah Ezem ê ji Siwêdayê gotegotên li ser rakirina dorpêça li ser parêzgeha Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê red kir.

Ezem tekez kir ku welatiyên li wir ji madeyên herî bingehîn ên jiyana rojane, wekî ard û sotemeniyê, her wiha ji meaşên karmendan bêpar hatine hiştin.

Sê meh dorpêça giran

Çalakvanê mafên mirovan Wedah Ezem ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, "Îro piştî zêdetirî 3 mehan ji komkujiya ku hêzên hikûmeta Sûriyeyê û komên eşîrî yên alîgirên wê pêk anîbûn Siwêda hîn jî di bin dorpêçeke giran a berdewam de ye.

Hikûmeta demkî îdia dike ku ev dorpêç nîne. Rewşa zêdetirî 190 hezar koçberên li 43 gundên dagirkirî gelekî xirab e.

Ew ji pêdiviyên jiyanê bêpar mane û perwerde jî bi temamî rawestiyaye."

Wedah Ezem got, "Hikûmeta Şamê rê li ber gihîştina hemû çavkaniyên bingehîn ên Siwêdayê girtiye û xizmetguzariyên rojane rawestandine.

Heta niha rê li ber wê yekê hatiye girtin ku 110 ton ard, 70 hezar lître benzîn, 30 hezar lître mazot, 8 hezar firaqên gazê û 4 megawat kareba bigihê Siwêdayê.”

Li gorî gotina Wedah Ezem meaşên karmendan Durzî jî hatine sekinandin û zêdeyî 5 mehan e ti kesî meaşê xwe wernegirtiye.

Li gorî zanyariyan li gel kêmbûna xwarinê,nebûna pêdiviyên bijîşkî û dermanan jî pirsgirêkeke din e li Siwêdayê.

Çalakvanê Durzî Ezem li ser vê mijarê jî got, "Nexweşxaneyên Salî û Selxedê ji ber kêmbûna oksîjen û sotemeniyê li ber rawestanê ne û Nexweşxaneya Siwêdayê jî ji kêmasiya madeyên bingehîn ên ji bo karên lezgîn û dermanên nexweşiyên kronîk dinale."

Tengasiya darayî

Wedah Ezem behsa wê yekê kir ku Şamê fonên Banka Navendî yên li Siwêdayê betal kiriye.

Ezem teqez kir ku Nûnerê Şamê Mistefa Bekûr, bi hevkariya Wezîrê Darayî yê Sûriyeyê, fonên Banka Navendî veguhastine bajarokê Mezrayê û ev yek zehmetiyan li ser welatiyan zêdetir dike.

Yekane korîdor

Wedah Ezem behsa dorpêça li ser Siwêdayê jî kir û got, “Hêzên hikûmeta Sûriyeyê Deriyê Metûneyê kontrol dikin û ew yekane korîdora vekirî ya Siwêdayê ya ber bi cîhana derve ve ye.

Hikûmet ji wir ve derbasbûna alîkariyan kontrol dike û propagandeyê dike ku qaşo alîkarî ji aliyê hikûmetê ve tên dayîn û dorpêç li ser Siwêdayê nîne."

Binpêkirinên leşkerî

Çalakvanê mafên mirovan ê Durzî diyar kir ku hêzên hikûmetê peymana agirbestê ya ku di Tîrmeha 2025an de li Emanê hatibû îmzekirin bin pê dikin û rojane bi çekên giran êrişan pêk tînin.

"Herêma Siwêdayê û mafê çarenivîsê"

Wedah Ezem derbarê birêvebirina herêma Siwêdayê û serxwebûna Siwêdayê jî got, "Lijneya Yasayî ya Bilind a ku piştî dagirkirina Siwêdayê hat avakirin, bi awayekî demkî kar û baran bi rê ve dibe.

Parastina Neteweyî bersiva binpêkirinên rojane dide. Siwêda di daxwaza xwe ya ji bo mafê çarenivîsê, parastina xwîna şehîdan û vegera bi rûmet a koçberan de bi israr e.

Daxwazên Siwêdayê

Çalakvanê Durzî Ezem amaje bi daxwazên xelkê Siwêdayê jî kir û wiha domand:

“Berdana revandiyan, avakirina komîteyeke lêkolînê ya navneteweyî, vekişîna hemû hêzên hikûmetê, qerebûkirina welatiyan û rakirina dorpêçê bêyî ti şert û mercan daxwazên serekê yên Siwêdayê ne.”

Li gel berdewamiya helwesta Şamê û çekdarên girêdayî wê xwenîşandanên li Siwêdayê jî didomin.

Di 18ê Çiriya Pêşîn de li bajarên Şehba û Siwêdayê bi dirûşma "Siwêda ya xelkê wê ye" xwenîşandan hatin lidarxistin.

Aloziya li parêzgeha Siwêdayê di navbera 13 û 17ê Tîrmeha 2025an de bi tundûtûjiyeke mezhebî ya giran dest pê kiribû ku di encamê de bi sedan Durzî ji aliyê çekdarên hikûmeta Sûriyeyê û Erebên Bedewî ve hatibûn kuştin.