Li du aliyên Helebê şer derket

Hewlêr (Rûdaw) - Li rojava û rojhilatê bajarê Helebê li bakurê Sûriyê şer di navbera hêzên hikûemta Sûriyê û çekdarên opozisyonê de derket.

Li gor çavkaniyên xwecihî, şeva borî 19ê Kanûnê di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û çekdarên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê de li rojava û rojhilatê bajarê Helebê şer û pevçûn çê bûne.

Çavkaniyên xwecihî ragihandine, ku şer û pevçûnek li derdora bajarokê Tadif li rojhilatê Helebê çê bûye û her du aliyan di şer û pevçûnan de piranî çekên sivik û navincî bi kar anîne.

Li rojavayê Helebê jî, li eniya Basratûn di navbera çekdarên Desteya Tehrîr el-Şam û artêşa Sûriyê de şerekî tund derketiye.

Heta niha ne hikûmeta Sûriyê û ne jî opozisyonê ti amar û zanyarî derbarê encamên her du şer û pevçûnan de belav nekirine.