3 zarokên bêy mêjî li Sûriyê ji dayik bûn

21-07-2014
Cotyar Murad
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Çavkaniyeke rojnamevanî ji rêxistina “Pijîşkjên Sînor Nenas” aşkere kirin ku wan çend halet li Sûriyê tomar kirine derbarê ji dayik bûna zarokên “Bêy mêjî.”

Malpera Kulluna Şurakaa, ya Sûrî ku taybete bi şopandina rewşa Sûriyê, li ser zarê Pierre Boghal ji rêxistina “Pijîşkjên Sînor Nenas” ragihandiye ku li navçeyên bakurê Sûriyê çend zarok bêy mêjî ji dayik bûne.

Herwiha Pierre Boghal da zanîn ku ew zarokên ku li wê navçeyê ji dayik bûna hestiyên serê wan bi awayekî nenoraml hatiye tevî rewşa nenormal a çerm û pirça serê wan.

Di Mijdara sala 2013an de seroka rêxistina “Pijşîkên Sînro Nenas” Joanne Liu, bo heyama 10 rojan serdana nexweşxaneyên meydanî li nêzîk eniyên şer li bakurê Sûriyê kir.

Di wan her 10 rojan de Joanne Liu raportek li ser rewşa wan nexweşxaneyan nivîsî ku tê de diyar kir ku wê 2 haletên zarokên ku bêy mejî ji dayik bûne dîtin û di haletek din de zarokek bêy mejî mirî ji dayik bûbû.

Ji aliyê xwe Pierre Boghal diyar nekir ka sedema li pişt ji dayik bûna van zarokan çekên kîmyayê ne yan jî sedemên li pişt van halatan hene û got: “Ev pirs ne di çarçoveya karê rêxistina Pijîşkên Sînor Nenas de ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst