Sûriye ber bi hilbijartinan ve diçe: Meclis biçûk dibe, şert dijwar dibin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer biryarnameyeke serokatiyê derxist ku sîstema hilbijartinê ya demkî ya Meclisa Gel a Sûriyeyê diyar dike.
Bi rêziknameya nû hejmara endamên meclisê ji 250î daket 210an.
Du ji sêyên endaman dê ji aliyê desteyên hilbijêr ên taybet ve bên diyarkirin û ji bo namezediyê mercên wekî welatîbûna Sûriyeyê ya beriya 2011an û nealîgiriya cudaxwazî û parçebûnê hatin danîn.
Biryarnameya ku ji aliyê Serokkomarê Sûriyeyê yê qonaxa veguhestinê Ehmed Şer ve hatiye îmzekirin, nexşerêya hilbijartinên qonaxa veguhastinê yên ku tê plankirin meha bê bên kirin, diyar dike.
Sîstema nû ya hilbijartinê ya ku ji 54 madeyan pêk tê, ji bo paşeroja siyasî ya welêt wekî gaveke krîtîk tê dîtin.
Pêkhateya meclisa nû û rêbaza hilbijartinê
Li gorî sîstema nû, hejmara endamên Meclisa Gel a Sûriyeyê ya ku berê 250 bû, hat kêmkirin û bû 210.
Du ji sêyên endamên meclisê dê ji aliyê desteyên delegeyên taybet (desteyên hilbijêr) ve bên hilbijartin ku dê li her herêma hilbijartinê bên avakirin.
Hejmara parlamenterên ku dê ji parêzgehan re bên dayîn, dê li gorî zêdebûna hejmara şêniyan bê diyarkirin.
Li her herêmeke hilbijartinê, dê desteyeke delegeyan bê avakirin ku hejmara endamên wê 50 qatî hejmara kursiyên ji bo wê herêmê hatine veqetandin be.
Ji sedî 70ê vê desteyê dê ji pisporan û ji sedî 30ê wê jî dê ji rîspiyên herêmê pêk were.
Her wiha, hat ferzkirin ku herî kêm ji sedî 20ê endamên desteyê jin bin.
Divê kesên ku dixwazin bibin namzedên Meclisa Gel, berî her tiştî wekî endamên van desteyên delegeyan bên hilbijartin.
Ewlehiya hilbijartinê û mercên namezediyê
Ji bo birêvebirina pêvajoya hilbijartinê, dê Komîsyoneke Bilind a Çavdêriya Hilbijartinê ku navenda wê li Şamê be, bê avakirin.
Her wiha, dê li herêmên hilbijartinê komîsyonên jêrîn kar bikin.
Di rewşa ku di van komîsyonan de endametiyek vala bibe de, dê desthilata tayînkirinê di destê Serokkomar de be.
Bi rêziknameya nû, ji bo namezediyê mercên tund hatin danîn.
Divê kesên ku dê di desteyên hilbijêr an komîsyonên jêrîn de cih bigirin xwedî van pîvanan bin:
- Beriya 1ê Gulana 2011an welatiyê Sûriyeyê be.
- Temenê xwe yê 25 salî temam kiribe.
- Di hilbijartinên piştî 2011an de nebe namezed an endamê meclisê.
- Piştgirî nedabe rejîma berê yan jî rêxistinên terorê.
- Fikrên wekî cudaxwazî, parçebûn û girêdana bi hêzên derve re neparastibe.
Ji bo nirxandina îtirazên li ser hilbijartinan dê li her parêzgehekê komîsyoneke dadweriyê ya serbixwe bê avakirin.
Salnameya hilbijartinê û civîna yekem
Propagandaya hilbijartinê dê piştî ku komîsyonên jêrîn lîsteyên dawî yên namezedan eşkere bikin dest pê bike û 24 demjimêran beriya roja dengdanê bi dawî bibe.
Di nava sê rojan de piştî weşandina biryarnameya serokatiyê ya ku navên endamên meclisê diyar dike, dê Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinê endaman ji bo civîna yekem vexwîne.
Tê plankirin ku rûniştina yekem a meclisê, herî dereng heft roj piştî vê vexwendinê bê lidarxistin.
Di rûniştina yekem de, dê endamê herî bi temen wekî serokê demkî yê meclisê û endamê herî ciwan jî wekî katibê rûniştinê kar bike.