HSD û artêşa Sûriyeyê hev bi kuştina sivîlan tohmetbar dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hev derbarê topbarankirina gundê Um Tînayê yê Dêr Hafirê û kuştina sivîlan tohmetbar dikin.

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê red kir ku artêşa Sûriyeyê gundê Um Tînayê topbaran kiribe û îdia kir ku êriş ji aliyê HSDyê ve hatiye kirin.

Birêvebiriya Ragihandin û Pêwendiyan a Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand:

" HSDyê roja şemiya borî, saet 18:20an, bi hawanan êrişî gundên Til Maaz, Else û Kiyariyeyê yên li çoltera rojhilatê Helebê kir.

Dema ku wan gundên li derveyî kontrola xwe topbaran dikirin, hêzên artêşa Sûriyeyê dît ku mûşek ji mûşekavêjên HSDyê ber bi gundê Um Tînayê yê di bin kontrola artêşê de tên avêtin, bêyî ku sedemên vê êrişê bên zanîn."

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê îdiayên HSDyê bi tundî red kirin û tekez kir ku "aliyê ku gund topbaran kiriye, HSD bi xwe ye".

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê her wiha HSD bi "armancgirtina sîstematîk a sivîlan" li çoltera rojhilatê Helebê tometbar kir û amaje bi komkujiyeke 10ê Îlonê li gundê Kiyariyeyê kir ku di encamê de 2 sivîl hatibûn kuştin û 3 kes jî birîndar bûbûn.

Wezaretê, HSD wekî "berpirsyarê tam ê komkujiya li gundê Um Tînayê" bi nav kir û got ku HSD "hewl dide bi derewan Artêşa Erebî ya Sûriyeyê tometbar bike".

Daxuyaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)

Li aliyê din, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxuyaniyek belav kir û ragihand ku tiştê ji "Birêvebiriya Ragihandin û Pêwendiyan a Wezareta Parastinê" derketiye, "hewleke eşkere ye ji bo reva ji berpirsyariya tawanê, li hemberî ti mentiqeke leşkerî yan siyasî li ber xwe nade û dê rastiyên meydanî yên îsbatkirî neguherîne".

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) got:

"Ev vegotina lawaz, tevliheviya Wezareta Parastinê di hewldana nixumandina tawan û êrişên ducare yên komên xwe de nîşan dide.

Ev ne tenê xapandineke medyayî ye, di heman de biçûkxistineke eşkere ya jiyana sivîlên Sûriyeyê û mafên qurbaniyan e.

Ev şêwaza înkarkirina tawanan, siyaseta sîstematîk a Wezareta Parastinê nîşan dide."

HSD tekez kir ku "di encama topbarana çekdarên hikûmeta Şamê ya şeva borî de 7 sivîlan canê xwe ji dest daye ku di nava wan de zarokên 1 salî û 4 salî û jinên pîr ên 70 salî hebûn û 4 kes din jî birîndar bûn.

Me nav û temenê wan ji raya giştî re eşkere kirin lê Wezareta Parastinê hewl dide di nava xeleka xapandinê de bizivire û 2 caran beşdarî tawanê dibe; carekê bi topbaranê û careke din jî bi xweragirtin û înkarê."

HSDyê di dawiyê de "hikûmeta Şamê wekî berpirsyarê tam ê komkujiya ku bi navan hatiye îsbatkirin" bi nav kir û jê xwest ku "komên xwe yên ji kontrolê derketî bi dîsîplîn bike".

Herêmên di navbera HSD û hêzên hikûmeta Sûriyeyê de, li çolterên parêzgehên Heleb û Dêrezorê, car caran dibin şahidê şer û pevçûnên çekdarî û topbaranên dijwar ku di encamê de qurbanî çêdibin û her du alî hev tometbar dikin.