Li Sûriyeyê mafê dayîkan hat betalkirin: Welayet tenê ji bo mêran e

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Sûriyeyê biryareke nû derxist ku tê de dayîkê ji welayeta li ser zarokê xwe bêpar dike û tenê di destê mêrên malbata zarok de dihêle.

Wezîrê Dadê yê Sûriyeyê biryarnameya hejmar 17 a sala 2025an derxist.

Di biryarnameyê de bi taybetî di mijarên wekî ger, derxistina pasaportan û kar û barên yasayî yên girêdayî zarokên biçûk de mafê dê û bavan hatine diyarkirin.

Ev biryarname careke din pirsgirêkeke kevn a yasayî û civakî ya derbarê cihê dayîkê yê di pergala welayetê de û sînorên desthilatên wê yên yasayî li hemberî zarokên wê zindî dike.

Rêzbendiya welayetê: Tenê mêrên malbatê

Li gorî biryarnameyê, welayet ji bav dest pê dike, pişt re kalikê ji aliyê bav ve û paşê di nav zincîreyeke dirêj a xizmên mêr ên ji aliyê bav de derbas dibe.

Ev zincîre heta ku digiêhêje xizmên dûr ên wekî kurê pismamê kalikê ji aliyê bav ve, her çi qas dûr be jî, didome.

Li gorî vê rêzbendiyê, mafê yasayî yê dayîna biryarên çarenivîsî yên li ser zarok, ji her mêrekî ji malbata bav re tê dayîn.

Ev yek bêyî ku girîngî bi têkiliya wî ya rastî ya bi zarok re yan jî rola wî ya di xwedîkirina wî de hebe, tê kirin.

Dayîk tê dûrxistin

Li hemberî vê yekê, biryarname bi temamî dayîkê ji welayeta li ser zarok dûr dixe.

Ev rewş heta di wan deman de jî derbasdar e ku dayîk xwedîker û berpirsa yekem a perwerde, xwedîkirin û birêvebirina kar û barên wî yên rojane be.

Ev yek dibe sedem ku dayîk ji desthilata îmzekirinê, pêşkêşkirina daxwaznameyan yan jî dayîna biryarên bingehîn bêpar bimîne.

Di nav van biryaran de ger, derxistina belgeyên fermî û kar û barên îdarî yên girêdayî paşeroja zarok hene.

Daxuyaniya Dadwerê Şerî yê Şamê

Dadwerê Yekem ê Şerî yê Şamê Ehmed Hemade derbarê mijarê eşkere kir ku armanca biryarnameyê tenê kurtkirin û hêsankirina rêkarên wergirtina pasaport û destûrên gerê yên zarokan e û ti guherîn di cewhera welayeta (serperiştiya) Şerî de nehatine kirin.

Ehmed Hemade diyar kir ku biryarname destûrê dide dayîkê ku bêyî serlêdana dadgerê Şerî, rasterast ji Birêvebiriya Koç û Pasaportan ji bo zarokê xwe yê biçûk pasaportê derxîne.

Lê belê ji bo gera derveyî welat, li gorî xala 150emîn a Yasaya Rewşa Kesî (Personal Status Law), pêwîstî bi erêkirina hevpar a dê û bav heye. 

Dadgerê Yekem ê Şerî yê Şamê Ehmed Hemade her wiha da zanîn ku biryarname destnîşan dike; di rewşa nebûna bav de, divê kesê ku li gorî rêzbendiya xizman li şûna wî ye amade bibe.

Di rewşa nebûna dayîkê de jî, erêkirina dapîra ji aliyê dayîkê ve merc e lê di rewşa mirina bav de, eger tu qedexeyên geştê li ser zarok tune bin, bi destûra Birêvebiriya Koç û Pasaportan rê tê dayîn ku zarok bi dayîka xwe re geştê bike.