SOHR: Di 72 saetan de li Sûriyeyê 17 sivîl hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di nava 72 saetên borî de li herêmên cuda yên Sûriyeyê 17 sivîl hatine kuştin.

SOHRê di rapora xwe de diyar kir ku ev rewş nîşaneya wê yekê ye ku xirabbûna ewlehiyê gihîştiye asteke metirsîdar û jiyana sivîlan dixe xetereyê.

"Belavbûna çekan gef e"

Çavdêrîgehê destnîşan kir ku ew belgekirina binpêkirin û tawanên li dijî sivîlan didomînin û hişyarî da ku "aloziya ewlehiyê ya berdewam û belavbûna çekan gefeke rasterast li ser jiyana welatiyan çêdike."

SOHRê her wiha bal kişand ser nebûna dadmendiyê û got ku nebûna mekanîzmayên çavdêriyê û hesabpirsînê rê li ber van tawanên li dijî sivîlan vedike.