Wezîrê Ewqafê yê Sûriyeyê: Tekbîrên li mizgeftan ne li dijî Kurdan bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Ewqafê ya Sûriyeyê derbarê banga xwe ya ji bo lêdana tekbîran û xwendina nimêja Qinûtê ya li mizgeftan daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê ragihand ku ev gav ne li dijî pêkhateya Kurd bû û mebest jê "dawîhatina zilmê" ya li herêmên rojhilatê Sûriyeyê bû.

Wezîrê Ewqafê yê Sûriyeyê Mihemed Ebû Xeyr Şukrî di daxuyaniyê de bal kişand ser wan nîqaş û karvedanên ku piştî biryara tekbîran derketine û got,"Ew bang wekî nîşaneya kêfxweşiyekê bû ji bo nemana zilmê û wan zehmetiyên ku her du rêxistinên HSDyê û PKKyê çêkiribûn.

Her wiha wekî pîrozbahiyekê bû ji bo vegera yekparçeyiya axa Komara Ereban a Sûriyeyê."

"Kurd parçeyekî resen ê Sûriyeyê ne"

Wezîrê Ewqafê yê Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de teqezî li ser pêgeha Kurdan kir û got,"Ev tekbîr û nimêj bi ti awayî li dijî ti pêkhateyeke gelê Sûriyeyê nehatine kirin.

Ev biryar destkarî li ser cewherê pêkhateya Kurd a resen nake. Bi ti awayî ji bo kêmkirina têkoşîn, dîrok û mafên rewa yên Kurdan nehatiye kirin."

Şukrî her wiha diyar kir ku pêkhateya Kurd parçeyekî bingehîn û resen ê "hunandina niştimanî ya Sûriyeyê" ye û pêwendiyên biratiyê û qedera hevbeş wan bi hemû pêkhateyên din re girê dide.

Gotara dînî û mafên Kurdan

Wezareta Ewqafê di beşeke din a daxuyaniyê de,  ducare kir ku ew arasteya dînî ya hatiye derxistin tenê girêdayî bûyerên giştî û "rakirina zilmê ya li ser bindestan" bû, ne ji bo kêfxweşiya li ser êşa ti aliyekî bû.

Wezîrê Ewqafê yê Sûriyeyê wiha dimand:

"Wezaret li gel bindestan radiweste û piştgiriya mafên dadperwer ên gelê Kurd dike. Em dixwazin gotarek dînî ya komker hebe ku dadperwerî û yekrêziya Sûriyeyiyan xurt bike. Em her cure bêrêzî û kîndariya li dijî hevdû red dikin."

Beriya bi çendan rojan Wezareta Ewqafê ya Sûriyeyê daxuyaniyeke fermî ji bo mela û xetîbên hemû mizgeftên şandibû.

Wezaretê ji wan xwestibû ku di nimêjan de ji bo serkeftina artêşê diayan bikin û bi dengê bilind tekbîran bînin.

Daxuyaniya Wezareta Ewqafê ya Sûriyeyê ji aliyê gelek alim û zanayên olî hatibû şermezarkirin.