Ehmed Şer çawa piştgiriya Amerîkayê wergirt û êrişî Kurdan kir?
Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya demkî ya Sûriyeyê, piştî zincîre civînên krîtîk ên li Şam, Parîsê bi lez herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSDyê) de girtin.
Li gorî agahiyên ajansa Reutersê, Amerîkayê rê li ber vê "operasyonê" negirt, berevajî wê zemîn ji bo vê pêvajoyê amade kir ku hevkêşeya hêzê li dijî hevalbendê wê yê berê HSDyê guherand.
Vê pêvajoyê 6ê Kanûna Paşîn bi êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê û komên çekdar ên li ser du taxên Kurdan ên li Helebê dest pê kir.
Piştî ku Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê herêmên di bin kontrola HSDyê de wekî "herêma şer" îlan kir, bipêşketin derbasî qonaxeke nû bû.
Piştî wê, hêzên ser bi Şamê ve berê xwe da HSDyê. HSDyê di nava kêmtirî 48 demjimêran de ji rojavayê Çemê Feratê vekişiya.
Artêşa Sûriyeyê û komên çekdar Reqa û Dêrazorê û her wiha xeta Qamişlo û Kobaniyê jî di nav de, piraniya herêmên di bin kontrola Kurdan de girtin.
Kurdan li hemberî van rûdanan Amerîkayê bi wê yekê tohmetbar kir ku "pişta xwe da wan."
Tevî agirbesta 18ê Kanûna Paşîn, tê ragihandin ku pevçûn li dordora Reqa, Kobaniyê û Hisîçayê didomin.
Gelo ev pêvajo çawa bi pêş ket û Amerîkayê çawa pişt da hevalbendê xwe yê herî giring ê di şerê dijî DAIŞê de? Ajansa Reutersê hûrgiliyên dîplomasiya li pişt deriyên girtî eşkere kir.
Civîna Parîsê: Ji bo operasyonê "çiraya kesk" hate vêxistin
Xala werçerxanê ya vê pêvajoyê 5ê Kanûna Paşîn, lûtkeya ewlehiyê ya li Parîsê bû ku rayedarên Îsraîl û Amerîkayê jî beşdar bûbûn.
Li gorî Reutersê, şandeya Sûriyeyê di vê civînê de daxuyand ku ew dixwazin "operasyoneke sînorkirî" li dijî herêmên HSDyê bikin û rastî ti nerazîbûneke Îsraîl yan Amerîkayê nehat.
Berpirsekî Sûriyeyî diyar kir ku peyama ji Tirkiyeyê hatibû û tê de dihat gotin "Heta ku sivîlên Kurd werin parastin Washington dê operasyonê bipejirîne," birêvebiriya Şer wêrekî kir.
Siyasetmetdara Kurd Hediye Yûsifê ev rewş bi van gotinan pênase kir: "Rêkeftina li Parîsê ji bo vî şerî çiraya kesk bû."
Civîna Hewlêrê: "Hevparê me yê nû Ehmed Şer e"
Dema ku komên ser bi Şamê ve ber bi herêmên Rêvebiriya Xweser ve diçûn, 17ê Kanûna Paşîn li Herêma Kurdistanê hevdîtineke krîtîk pêk hat.
Hate îdiakirin ku Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barack bi Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî re civiyaye û rasterast jê re gotiye: "Berjewendiyên Amerîkayê êdî li gel HSDyê nînin û li gel birêvebiriya Şer in."
Her çi qas HSDyê ev agahî red kiribe jî, çavkaniyên dîplomatîk diyar dikin ku Washingtonê piştgiriya xwe ya ji bo hevalbendê xwe yê berê di wê rojê de biriye.
Gavên xeternak ên Ehmed Şer û hişyariya "raweste"
Hêzên hikûmeta Sûriyeyê sînorên "operasyona sînorkirî" derbas kirin û herêmên Ereb lê dijîn (Reqa û Dêrazorê) bêyî berxwedaneke mezin girtin û berê xwe da bajarên Kurdan.
19ê Kanûna Paşîn binpêkirina agirbestê ya ji aliyê hêzên Şamê ve li Washingtonê bû sedema hêrs û fikarên li ser komkujiya sivîlan.
Li gorî çavkaniyên Amerîkayî, endamên Kongreyê di dema berdewamiya şer de li ser sepandina ducare ya cezayan sekinîn.
Ehmed Şer roja sêşemê bi agirbesteke ji nişka ve fikarên Washingtonê ji holê rakir û metirsiya cezayan kêm kir.
"Erkê HSDyê bi dawî bû"
Piştî agirbesta Ehmed Şer, Nûnerê Amerîkayê Tom Barack derbarê paşeroja HSDyê de daxuyanî da.
Barack diyar kir ku erkê HSDyê yê wekî hêzeke li dijî DAIŞê "heta radeyekê bi dawî bûye" û derfeta herî mezin a Kurdan tevlîbûna di bin hikûmeta nû ya Ehmed Şer de ye.
Şîrovekar dibêjin Ehmed Şerê ku berê serokê baskê El Qaîdeyê yê li herêmê bû, di dema Donald Trump de bûye "hevparê bijarte" yê Amerîkayê û serkeftineke stratejîk bi dest xistiye. HSD niha di nav şoka xiyaneta hevalbendê xwe de ye û hewl dide statûya Kurdan a beriya 15 salan hatibû damezirandin biparêze.