Metirsiya revê ya 2 hezar DAIŞiyan: Krîza li girtîgeha Reqayê kûr dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Girtîgeha Eqtanê ya li bajarê Reqayê yê Sûriyeyê hişyariya kûrbûna krîzê da û bangî Koalîsyona Navneteweyî kir ku girtîgehê teslîm bigirin.

Li Girtîgeha Eqtanê ya li bajarê Reqayê yê Sûriyeyê ku endamên DAIŞê lê girtî ne, krîz kûrtir dibe.

Birêvebiriya girtîgehê bangî Hevpeymaniya Navneteweyî kir û got, "Girtîgehê ji me werbigirin û ewlehiya me biparêzin."

Her çi qasî artêşa Sûriyeyê kontrola navenda bajarê Reqayê bi dest xistibe jî Girtîgeha Eqtanê ku yek ji xalên stratejîk ên bajêr e, hîn jî ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve tê parastin.

Lê belê, birêvebiriya girtîgehê ragihand ku derfet nemane û valahiyeke mezin a ewlehiyê çêdibe.

"Av û elektrîk qut bûn, xwarin li ber xelasbûnê ye"

Berpirsê Ewlehiyê yê Girtîgeha Eqtanê Çiya Kobanî bi peyameke vîdeo bangî civaka navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê kir ku bi lez alîkariyê bikin.

Çiya Kobanî rewşa dawî ya girtîgehê wiha anî ziman:

"Me heta îro karî girtîgehê biparêzin lê êdî em hatine xala dawî. Av û eletrîk hatine qutkirin, sotemeniya me xelas bû û stoka me ya xwarinê jî li ber xelasbûnê ye.

Em dixwazin aliyekî navneteweyî bi awayekî fermî vê girtîgehê wergire.

Her wiha divê di bin garantiyeke navneteweyî de rê were dayîn ku em vegerin herêmên xwe yên ewle."

2 hezar endamên DAIŞê dikarin birevin

Di girtîgehê de nêzîkî 2 hezar kes hene ku li Baxozê, kela dawî ya DAIŞê ya li Sûriyeyê hatibûn girtin û wekî kadroyên "herî xeternak" ên rêxistinê tên naskirin.

Tê destnîşankirin ku di nava vê komê de gelek şervanên biyanî yên ji Erebistana Siûdî, Ozbekistan û Misirê hene û serbestmana wan ne tenê ji bo herêmê, ji bo hemû cîhanê gefeke mezin e.

Rojnamegerên li herêmê radigihînin ku girtiyan berê deriyek şikandiye û hewl daye birevin lê di kêliya dawî de rê li ber wan hatiye girtin.

Hat diyarkirin ku niha di girtîgehê de tenê xwarina hişk a têra 1-2 rojan maye.

"Ji ber erka xwe ya mirovî em li vir in"

Çiya Kobanî li ser sedema venekişîna wan tevî ku bajar ketiye bin kontrola hêzên hikûmetê jî wiha got:

"Em dizanin ku ev çete ji bo mirovahiyê çi qasî rîskeke mezin in. Dema êrişên li ser Reqayê dest pê kirin her kes vekişiya lê me wekî erkeke mirovî biryara parastina vê derê da.

Lêbelê niha em di bin êrişên giran de ne û em nikarin zêdetir bidomînin."

Bêdengiya civaka navneteweyî

Girtîgeha Eqtanê bi xwe ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî ve hatibû avakirin û ewlehiya wê radestî HSDyê hatibû kirin.

Lê belê, bi guherîna hevsengiyên li qadê re, gardiyan û hêzên ewlehiyê hem bi rîska serhildana girtiyan û hem jî bi êrişên ji derve re rûbirû mane.

Rayedarên HSDyê hişyariyê didin ku eger girtîgeh di demeke nêzîk de radestî hêzeke navneteweyî neyê kirin, berpirsê pêla revê ya ku dê çêbibe dê civaka navneteweyî be ku li hemberî bangan bêdeng maye.