Senatorên Amerîkayê: Divê navçeyên ewle li Sûriyê çêbibin

22-04-2015
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan- Çar endamên Kongreya Amerîkayê daxwaz ji Barack Obama dikin ku navçeyên ewle yên ewlekar li Sûriyê ferz bike.

Herdu senatorên Komarî, John McCain û Lindsey Graham û herdu senatorên Demokratî Richard Durbin û Tim Kaine derbarê krîza Sûriyê de ku ev 5 sal in berdewam dike, nameyek ji Obama re şandin.

Her çar senatoran ji Obama xwestine ku pêla mezin ya koçberiyê û kuştin û wêrankirina li Sûriyê ji bo cîhanê rûreşiyek e û pêwîst e bê rawestandin.

Herwiha daxwaz kirin ku Amerîka navçeyên ewlekar li Sûriyê feriz bikedi nav de parastina navçeyên sînorî ji aliyê Tirkiyeyê ve.

Herçar senatoran daxwaz ji îdareya Obama jî kirin ku zaniyariyan derbarê hewlên kêmkirina krîza mirovî li Sûriyê de bide Kongreyê.

Di heman nameyê de, senatoran dilgiraniya xwe anîn ziman ku Amerîka pêşwaziya hejmareke zêdetir ya penaberên Sûriyê nekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst