Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Hevpeymaniya Niştimanê ya Opozîsyona Sûriyê Ehmed Asî el-Cerba got ku helwesta welatên Rojava derbarê radestkirina çekên pêşketî ji bo hêzên opozisyonê de hatiye guhertin.
Di Hevpeyvînekê de ligel rojnameya el-Şerq el-Ewset a erebî de, el-Cerba tekez kir ku serdanên wî ji bo her yek ji Amerîka, Berîtanya û Fransayê encamên baş bi dest xistine.
El-Cerba diyar kir ku êdî welatên Rojava têgihiştine ku dema radestkirina çekan ji bo opozîsyonê hatiye û got ku “ew di wê baweriyê de ye welatên piştgirên hevpeymaniyê wê di nava çend heftiyan de çekên pêşketî bidin hêzên opozîsyonê”.
Serokê hevpeymaniya opozîsyonê herwiha got ku “welatên Kendavê daxwaza lidarxistina civîneke awarte ji bo Komkara Erebî kirine da ku kursiyê Sûriyê têkeve destê hevpeymaniyê”.
El-Cerba aşkere kir ku wî pêşniyar kiriye welatên ku piştgiriya biryara radestkirina wî kursî dikin, balyozxaneyên Sûriyê radestî hevpeymaniyê bikin.
Derbarê serokatiya hevpeymaniyê de, el-Cerba rahgihand ku ew xwe ji bo xuleke sêyem nake namzed û got ku bila lîstika siyasî cihê xwe bigre.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse