RÛDAW TAYBET: Şervanên HSDê zeviyên petrolê wiha diparêzin

Dêre Zorê (Rûdaw) – Li parêzgeha Dêre Zorê, artêşa Sûriyê hewildide navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bixe destê xwe ku ew der navçeyên petrolê ne. Ji ber vê yekê jî ev çend car in li herêmê şer û pevçûn derdikevin. Fermandarên HSDê dibêjin, hikûmeta Sûriyê dixwaze bîrên petrolê kontrol bike û ew jî rê nadin vê yekê.

 

Piştî wergirtina destûrê, tîma Rûdawê li Dêre Zorê çû ser sînorê dawîn ê şervanên HSDê û hêzên hikûmeta Sûriyê.

 

Dêre Zor ew bajar e, ku hemû hêzên navçeyê û herwiha du hêzên mezin ên cîhanê, Amerîka û Rûsya, ji bo kontrolkirina zeviyên petrolê şer dikin.

 

Dêre Zor niha bûye çepera pozberiya du hêzan, ku herdu aliyan jî şerê li dijî DAIŞê dikir.

 

Navenda bajarê Dêre Zorê di bin kontrola hêzên hikûmeta Sûriyeyê de ye. Derdora bajêr jî ku piraniya wan zeviyên petrolê ne, di destê şervanên HSDê de ye.

 

Li herêmên Dêre Zorê yên dikevin ser sînorê Iraq û Sûriyê jî rêxistina DAIŞê şerê wendanekirina pêgehên xwe yên dawîn dike.  

 

Di demekê de, ku hêj şerê DAIŞê bidawî nebûye, hêzên hikûmeta Sûriyê çend caran ji bo kontrolkirina navçeyên petrolê êrîşê şervanên HSDê kirin.  

 

Fermandarên leşkerî jî bi eşkere dibêjin ku hikûmeta Sûriyê şerê azadkirina xaka xwe nake, şerê niha ji bo kontrolkirina zeviyên petrolê ye û Rûsya jî piştigiriyê dide vê pêngavê.

 

Fermandarê HSDê Ebû Eren dibêje: “Kêlgehên petrolê piranî li vê navçeyê ne. Ev herêm tejî xêr û bêr e. Ne ji ber petrolê ba ew nedihatine vê derê. Ji ber ku ji bo wan gel ne giring e.”

 

Dêre Zorê %40 petrola Sûriyê dabîn dike. Bîrên herî giring ên wek Tiyane, Tenek, Hufre û Werd li vê derê ne.

 

Dêre Zor di heman demê de herêmekî çandinê ye. Ava çemê Feratê li kêleka bajêr derbas dibe. herwiha dikeve ser sînorê Sûriye û Iraqê. Lewma pêgeha dawîn a DAIŞê jî ev der bû.

 

Ji aliyekê ve metirsiya DAIŞê, ji aliyê din jî ya hêzên hikûmeta Sûriyê hiştiye ku HSD hêzên taybetî ava bike da ku van navçeyên petrolê biparêze.

Di yekîneya taybetî ya li vê bereyê de 250 şervan hene û hemû jî bi rêgez Ereb in û xelkê vê herêmê ne. Sonda dixwin ku parastina navçeya xwe bikin.

 

Fermandarê HSDê Rûstem Dêrezorî dibêje: “Giringiya vê hêza teybetî ew e, ku navçeyên hatine rizgarkirin diparêze. Hevalên me ji bo erkê xwe amade ne û ev yekemîn yekîne ye bi navê Şehîd Şîlan hatiye avakirin.”

 

Dêre Zor yek ji navçeya herî dewlemend a Suriyê ye lê nîştecihên vê herêmê di şert û mercên xirab de dijîn. Li malan elektrîk nîne, ava vexwarinê jî bi zehmet peyda dibe. Hinek nîştecihên navçeyên ser sînorê HSD û hikûmeta Sûriyê jî ber bi herêmên aram ve diçin.