Hewlêr (Rûdaw)- Hevpeymaniya Niştimanî ya Dijber a Sûriyê, hikûmeta demkî ya bi serokatiya Ehmed Tuhmê hilweşand.
Li gor daxuyaniyeke hevpeymaniya dijbereyê ku îro hatiye belavkirin, desteya giştî ya hevpeymaniyê bi piraniya 66 dengan, biryar dan ku hikûmeta demkî ya dijber hilweşînin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku sedema hilweşandina hikûmetê ewe ku hikûmeteke demkî li hundirê Sûriyê bê avakirin.
Lê nûnerê desteya erkanên artêşa azad di hevpeymaniyê de Ebsulselam Necîb duh ji Rûdawê re aşkere kir ku ew kar ji bo hilweşandina hikûmeta Ehmed Tuhme dikin.
Desteya giştî ya hevpeymaniyê herwiha deriyê namzediya ji bo serokatiya hikûmeta demkî vekir û kesên bixwazin dikarin di nava 2 hefteyan de namzediya xwe pêşkêş bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse