Artêşa Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê operasyonek kir
Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê avêt ser hin deveran û hin kes desteser kirin
Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê operasyonek li dar xist û çend kesên ku li herêmê çek vediguhastin desteser kirin.
Artêşa Îsraîlê li ser operasyonê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku yekîneyên Artêşa Îsraîlê bi şev li başûrê Sûriyeyê operasyonek kiriye.
"Qaçaxçiyên çekan hatin girtin"
Di daxuyaniya artêşê de hat ragihandin ku qaçaqçiyên çekan ên li herêmê kar dikirin hatine girtin û got:
"Yekîneyên artêşa Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê qaçaqçiyên çekan girtin."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "gumanbar" li ser agahiyên îstixbaratî hatine girtin û lêpirsîn li gel wan hatiye kirin.
Hewr wiha hêzên Îsraîlê dest danîne ser çekên ku li herêmê hatine dîtin.
Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê şopandina bipêşketinên li Sûriyeyê didomîne û ji senaryoyên cuda re amade ye.
⭕️ IDF troops apprehended & questioned weapons dealers operating in southern Syria and confiscated weapons overnight. pic.twitter.com/P70mLsNqej
— Israel Defense Forces (@IDF) July 22, 2025
Hebûna Îsraîlê ya li ser axa Sûriyeyê
Artêşa Îsraîlê, di 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an de herêma tampon a li tenişta Girên Golanê kontrol kiribû
Yekîneyên Îsraîlê herêma tampon derbas kir û 20 kîlometreyî nêzî paytext Şamê bûbûn.
Bi Peymana Veqetandina Hêzan a ku di sala 1974an de di navbera her du welatan de hatibû îmzekirin, sînorên herêma tampon û herêma bêçek a li Girên Golanê hatibûn diyarkirin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu amaje bi wê yekê kiribû ku ew dê bi awayekî mayînde li başûrê Sûriyeyê bimînin û daxwaza bêçekkirina herêma başûr kiribû.
Îsraîl, di 13ê Tîrmehê de midaxeleyî pevçûnên ku li Siwêydayê derketibûn kiribû û êrişî artêşa Sûriyeyê û derdora koşka Serokomariyê ya li Şamê û avahiya Sererkaniyê kiribû.