FAO: Sûriye %75ê berhemanîna genim ji dest daye
Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Xorak û Çandiniyê ser bi Neteweyên Yekbûyî (FAO) ragihand, Sûriye di sala 2022ê de tenê nêzîkî 1 milyon genim berhem aniye, wate ji sedî 75ê berhema xwe ya berî 2011ê ji dest daye, di dema berhema ceh de ber bi tunnbûnê ve diçe.
Di vê derbarê de, nûnerê FAO li Sûriye Maik Robson ragihand, guherîna keşûhewayê, jinavçûna aborî û têkçûna warê ewlehiyê bûne sedemên jinavçûna çandiniya genim li Sûriye.
Li Sûriye ji sedî 70ê çandiniya genim li ser baranê ye, ku di herdû salên dawî de ji ber kêmbûna baranê zerareke zêde mezin giha berhemanîna genim, ku niha hikûmet piraniya genimê nan û çandiniyê ji Rûsyayê dikire.
Li gor Wezareta Çandiniyê ya Sûriye, di salên berî şerê navxwe yê Sûriye de, salane Sûriye nêzîka 4 milyon ton genim berhem dianî, 1 milyon li Rojavayê Kurdistanê bû.