Li Şamê konferansa pêncem a Sûrî-Rûsî ya ji bo vegera koçberên Sûriyê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şama paytexta Sûriyê konferansa pêncem a hevbeş Sûrî-Rûsî bo vegera koçberên Sûriyê hat kirin. Di vê konfransê de şandeyê taybet ê Serokê Rûsyayê bo Sûriyê Alexander Lavrientiv û berpirsên Kirim û Donetsk ên ji aliyê Rûsyayê hatine dagirkirin jî amade bûn. Hikûmetên Sûriyê û Rûsyayê dixwazin ji koçberan û civaka navdewletî re bidin xuyakirin ku rêkarên vegerê di warê berhevkirinê de ne.

Cîgirê Wezîrê Jîngehê yê Sûriyê Mutezz Qettan anî ziman, “Hemû çalakiyên ku li gel vê serdanê hatine kirin, armanca wan hêsankirina rêkarên vegera koçberên Sûrî li xwe digire û bidûvçûna çalakiyan ji aliyê her du desteyan ku di vê çarçoveyê de hatine cîbicîkirin. Hikûmeta Sûriyê hemû şiyan û xebatan bikar tîne bo jinûavakirina jêrxanê, li gel wergirtina rêkarên îdarî da ku rê bo vegera koçberan hêsan bike.”

Di Tîrmeha borî de, Hikûmeta Libnanê bi hevahengî li gel hikûmeta Sûriyê plana mehane vegerandina 15 hezar koçberên Sûrî ji Libnanê bo welatê wan ragihand lê Neteweyên Yekbûyî, Amerîka, Yekîtiya Ewropayê û Human Rights Watch li dijî vê biryarê derketin, bi gotina wan tiştek li Sûriye nehatiye guhertin heta ku koçber vegerin.

Berpirs li Wezareta Derve ya Sûriyê Dr. Xezwan Remedan li ser konferansê got, “Vegereke rasteqîne bo koçberan heye. Ev konferans hewleke mezin dide ji bo vegera koçberên Sûrî ji welatên cuda lê çareseriyeke demildest nîne. Ev kar demek jê re divê bo asayîkirina şert û mercan. Gelek welat dijî vegera koçberan in, gelek astengî jî hene.”

Li gor Neteweyên Yekbûyî nêzîkî 7 milyon Sûrî ji ber şerê navxwe bo derveyî welat koçber bûne lê rêxistinên mirovî yên Sûrî û yên peywendîdar dibêjin 9 milyon Sûrî ji ber şerê navxwe ji welatê xwe reviyane.

Human Rights Watch jî dibêje, her koçberekî Sûrî ku vegeriya ye welatê xwe rûbirûyê girtin, darizandin, an zindanîkirin û kuştinê bûye.