ŞAM - ‘Celadê Seydnayayê’ hat desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Sûriyeyê ragihand ku wan berpirsekî leşkerî yê berê desteser kiriye ku bi îdamkirina girtiyan a li Zîndana Seydnayayê tê tometbarkirin.
Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê ragihand ku kesê bi navê Ekrem Selûm Ebdullahê ku wekî "Celadê Zîndana Seydnayayê" tê dîtin ji aliyê Dijîterorê ya Şamê ve hatiye desteserkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ebdullah di serdema rejîma berê de gelek post wergirtine ku ya herî berbiçav fermandariya leşkerî ya li Wezareta Parastinê ya di navbera salên 2014 û 2015an de bûye."
Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê her wiha ragihand:
"Ekrem Selûm Ebdullah tevlî binpêkirinên giran ên li dijî girtiyan li Zîndana Seydnayayê bûye û rasterast berpirsyarê bicihanîna îdama girtiyan bûye."
Zîndana Seydnayayê li derveyî Şamê ye û yek ji hêmanên herî tarî yên desthilata malbata Esedan bû.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) Zîndana Seydnayayê wekî "serbirxaneya mirovan" bi nav kiriye.
Komeleya Girtî û Windayên Zîndana Seydnayayê texmîn dike ku ji sala 2011ê ve 30 hezar kes li wê zîndanê hatine girtin lê tenê nêzîkî 6 hezar kes ji wan hatine berdan, yên din hîn jî winda ne.
Damezirînerê Komeleyê Diyab Suriyeyê ragihand ku Ebdullah "kesayetiyê herî payebilind" e ku heta niha derbarê doza Seydnayayê hatiye girtin.
Komeleyê ji Ajansa Fransayê (AFP) re got ku di dema Ebdullah de herî zêde îdam û şkenceya girtiyan pêk hatiye û "berpirsê wan tawanan e".
Li gorî Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku navenda wê li Brîtanyayê ye, zêdetirî 200 hezar kes di zîndanên Sûriyeyê de mirine.