Raport - ‘Li Sûriyê ji 2011an ve zêdetirî 29 hezar zarok hatin kuştin’

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistineke mafên mirovan li Sûriyê eşkere dike, ji sala 2011an ve, 29 hezar û 661 zarok li Sûriyê hatine kuştin.

`Tora Sûrî ya Mafên Mirovan` derbarê rewşa zarokan di şerê navxwe yê Sûriyê de raportek belav kir.

Li gor raportê, li gel destpêkirina şer, ji 2011an ve 29 hezar û 661 zarok li Sûriyê hatine kuştin.

Li gor rêxistina navborî, ji wê hejmarê 22 hezar û 930 kes ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, 2 hezar û 32 zarok ji aliyê hêzên Rûsî ve, 958 kes ji aliyê DAIŞê ve û 71 kesên din jî ji aliyê Desteya Tehrîr Elşam ve, hatine kuştin.

Li gor raportê, hêzên hikûmeta Sûriyê berpirs in di ber  ji %78ê kuştina wan zarokan de.

Li gorî wê raportê, ji 2011an ve, 181 zarok bi sedema îşkencedanê canên xwe jidest dane ku 174 kes ji wan li zindanên hikûmeta Sûriyê bûn.

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan diyar dike, ji 2011an ve, çarenivîsa 5 hezar û 36 zarokan ne diyar e ku 3 hezar û 649 kes ji wan li wan deverên dikevine jêr desthilata hikûmeta Sûriyê, winda ne.

Li gor heman raportê 667 zarok li wan navçeyan bûn, ku dikevine jêr desthilata Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), 42 ji wan li wan navçeyan bûn, ku li jêr kontrola Desteya Tehrîr Elşam, 359 kesên din jî li wan navçeyan bûn, ku li jêr kontrola grûpên çekdar ên din  de bûn.”