ŞAM - Hejmarek Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê nikarin vegerin bajarên xwe

Hewlêr (Rûdaw) - Sala 1962an Hikûmeta Sûriyeyê ya wê demê nasnameyên 60 hezar Kurdên Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ji wan standin û ew bê nasname û bê mafê welatîbûnê hîştin.

Ew kes ji wê demê ve li ser axa welatê xwe bûne “ecnebî”.

Gelek ji wan Kurdên ku nasnameya Sûriyeyê ji wan hat standin, ji ber nebûna derfetan li wê herêmê, berê xwe da Şama paytexta Sûriyeyê û li wir dest bi jiyaneke nû kirin.

Sala 2011ê piştî ku krîza Sûriyeyê dest pê kir, nasnameya wan kesan ji aliyê Hikûmeta Sûriyeyê ve hat vegerandin.

Ji ber xirabiya rewşa ewlehiyê ya li ser rêyên çûnûhatinê, Kurdên li Şamê neçar bûn ku nasnameya xwe li Şamê derxînin û xwe li wir tomar bikin.

Li aliyekî din Rêveberiya Xweser, rê nade kesên ku nifûsa wan ne li parêzgeha Hesekê be, derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bibin.

Niha 130 malbatên Kurd ku sala 2011ê nasnameya Sûriyeyê wergirtibûn li Şamê dijîn û nikarin serdana gundên xwe bikin ji ber ku Rêveberiya Xweser rê nade wan.

Welatiyekî bi navê Omer Husam li ser meseleyê got:

“Ji ber ku me xwe li vir (Şam) tomar kiriye me nikarin vegerin Rojavayê Kurdistanê.

Em li Şamê bûn û ji ber rewşa ewlehiyê me nedikarî biçin Cizîrê, me nasnameyên xwe li Şamê derxistin.

Me ji Rêveberiya Xweser xwest ku me li ser bajarên me tomar bike lê nekir.

Şîna me çê dibe lê em nikarin vegerin cih û warên xwe.”