Asayîşa Rêveberiya Xweser: Me êrişa li Helebê têk bir
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Helebê ragihand ku wan êrişeke çekdarî ya hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê li bajarê Helebê têk biriye.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Helebê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku xaleke hevbeş a hêzên wan û Hêzên Ewlehiyê ya Giştî li nêzîkî Çerxerêya Şîhanê ya li derdora taxa Eşrefiyê rastî êrişeke çekdarî hatiye.
Di encama êrişê de 2 endamên Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Helebê birîndar bûn.
"Di çarçoveya parastina rewa de bersiv hat dayîn"
Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Helebê destnîşan kir ku wan di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiveke guncaw daye û got:
"Hêzên me hewldana êrişa tirsonak a komên girêdayî hikûmeta veguhêz a Helebê têk bir.
Em amade ne li hemberî her gef û tehrîdkirineke nû bisekinin."
"Em dê bêdeng nemînin"
Di daxuyaniyê de tekezî li ser parastina ewlehiya sivîlan hat kirin û wiha hat gotin:
"Em diyar dikin ku li hemberî her êriş an jî tehrîdkirinê bêdeng nemînin.
Em dê tevahî tedbîrên guncaw ên ku parastina endamên me û herêmên me pêk tînin, bigirin."