Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê: Em û HSD derbarê entegrasyonê axivîn

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand ku Serokerkanê Artêşê Elî Nesan li Şamê bi şandeyeke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re civiyaye.

Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de mijara entegrasyona hêzên HSDyê ya nava Artêşa Ereban a Sûriyeyê hatiye gotûbêjkirin.

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê daxuyand ku civîn li ofîsa Serokerkanê Artêşê Elî Nesan a li Şama hatiye kirin.

Planên bicihbûna leşkerî

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, gavên ku dê ji bo entegrasyona HSDyê ya li nav lîwayên cuda yên Artêşa Ereban a Sûriyeyê bên avêtin hatine nirxandin.

Hat ragihandin ku her du aliyan li ser planên bicihbûna leşkerî û rêkxistinên îdarî gelek mijar nirxandine.