DAIŞê li Reqayê êrişî kir: 4 endamên hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Reqayê yê Sûriyeyê di êrişeke çekdarên DAIŞê de 4 karmendên Wezareta Karên Navxwe hatin kuştin.

Medyaya fermî ya Sûriyeyê ragihand ku 4 endamên Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Sûriyeyê di êrişeke çekdarên DAIŞê ya li bajarê Reqayê de hatine kuştin.

Ev yek piştî wê tê ku rêxistinê bangî çekdarên xwe kiribû ku rûbirûyê desthilatdarên nû yên welêt bibin.

Ajansa Nûçeyan a SANAyê îro li ser zarê çavkaniyeke ewlehiyê ragihand ku di êrişeke çekdarên DAIŞê de 4 karmendên Wezareta Karên Navxwe hatine kuştin.

Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê jî daxuyand, "êrişa terorîstî" li dijî bazgeheke ewlehiyê hatiye kirin û di dema rûbirûbûnê de yek ji êrişkeran hatiye kuştin.

Gefên DAIŞê zêde dibin

Ev di nava du rojan de êrişa duyemîn a çekdarên DAIŞê ya li dijê hêzên ewlehiyê ye ku hevdem e ligel zêdebûna gefên wê rêxistinê yên li dijî saziyên hikûmetê.

Meha borî, hikûmeta nû ya Sûriyeyê bajarê Reqayê ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wergirtibû.

HSDyê berê bi piştevaniya Amerîka û Koalîsyonê heta sala 2019an pêşengiya şerê li dijî DAIŞê kiribû û ew bajar ji destê wê rêxistinê derxistibû.

"Paytexta Xîlafetê"

Reqaya ku di dema xwe de wekî "paytexta xîlafetê" ya DAIŞê dihat naskirin, niha di bin kontrola desthilatdara nû ya Sûriyeyê de ye.

Sûriye pêştir bi awayekî fermî tevlî Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ya bi serokatiya Amerîkayê bû û niha bi Koalîsyonê re hevahengiyê dike da ku li paşmayiyên wê rêxistinê yên li herêmên cuda yên welêt bide.