Dijbereya Sûriyeyê êrişî Laziqiyê kir

24-07-2015
RÛDAW
Nîşan Sûriye Artêşa Azad Laziqiye Dera Dijbereya Sûriyeyê
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên Ketîbeyên Eniya Başûr a ser bi Artêşa Azad a Dijbereya Sûriyeyê ve li parêzgeha Derayê dest bi êrîşeke berfireh bo ser hêzên Hikûmeta Sûriyeyê kirin.

 

Ketîbeyên Dijbereya Sûriyeyê ya di bin navê Eniya Başûr de operasyona bi navê “Bahoza Başûr” li dijî hêzên hikûmeta Sûriyeyê di hinek taxên bajarê Derayê li başûrê wî welatî de dest pê kirin. Ketîbeyên Eniya Başûr diyar kirin, ku hêzên Hikûmetê tenê di nav hinek taxên bajarê Derayê de mane û armanca operasyona wan derxistina hêzên hikûmetê ji nav wan taxan e, da ku bi temamî bajarê Derayê ji aliyê wan ve bê kontrolkirin.

 

Ji aliyekî din ve Firqeya Yekem a beravniyê ya ser bi Artêşa Azad a Dijbereya Sûriyeyê ve, bi mûşekên Grad êrîşî navendên serbazî yên artêşa Sûriyeyê li bajarê Laziqiyê kirin.

 

Fermandarekî ji nav Firqeya Yekem ragihand, ku êrîşa wan a bi mûşekan bersivdanek bû li ser dorpêça xelkê bajarê Zebedanî ji aliyê hêzên Hikûmetê ve. Wî fermandarî herwiha got: “Em dê rojane bingehê serbazî yên hêzên rejîmê li bajarê Laziqiyê topbaran bikin heya ku dorpêç ji ser Zebedanî were rakirin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst