Navenda Nûçeyan - Di encama 2 teqînan de li navçeyên di bin destê opozisyona Sûriyê de li gundewarê Helebê 31 kes hatine kuştin û birîndarkirin.
Teqîna yekem bi rêya otombîleke bombekirî bû û avahiya encûmena xwecehî ya bajarokê Exterîn kiriye aramnc. Di encama wê teqînê de kesek hate kuştin û 30 kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, tevahiya wan kesan sivîl in û birîndar ji bo nexweşxaneya bajarê Marihê hatin veguhestin.
Piştî cend demjimêran ji teqînan Exterîn, teqîneke din li bajarê Marihê çê bû, ku birndarên teqîna Exterînê bo nexweşxaneya vî bajarê hatibûn veguhastin.
Li gorî zanyariyan di encama wê teqînê de jî kesek hate kuştin.
Heftiyek berî niha jî teqînekê bazara bajarokê Qebasîn a di bin destê opozisyona Sûriyê de kiribû armanc, û di encamanê de 3 kesên sivîl hatibûn kuştin.
Cihên ku teqîn lê çêbûne, dikevne sînorê herêma Mertala Firatê ku di bin kontrola hêzên Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse