Hikûmeta Sûriyeyê: Tawanbarên bûyerên li Siwêdayê dê bi tundî bên cezakirin

23-07-2025
RÛDAW
Nîşan Siwêda Sûriye Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê Komîte
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand ku wan ji bo lêkolînkirina "binpêkirinên" li parêzgeha Siwêdayê komîteyeke taybet ava kiriye û soz da ku dê tawanbar bi tundî bên cezakirin.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Ragihandinê ya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê, komîteyeke taybet ji bo şopandina binpêkirinan û lêkolînkirina nasnameya kesên ku ev tawan kirine hatiye avakirin.

Hat diyarkirin ku Wezîrê Parastinê ya Sûriyeyê Merhef Ebû Qesra dê bi xwe çavdêriya lêkolînên komîteyê bike.

"Efû ji bo ti kesî nîne"

Di daxuyaniya Wezîrê Parastinê ya Sûriyeyê de wiha hat gotin:

"Ti carî efû û lêborîn ji bo ti kesekî ji binpêkeran re çênabe, heger ser bi Wezareta Parastinê be jî."

Wezaretê bi bîr xist ku wan berê hişyarî dabû û ketina her hêzeke ne girêdayî wan ji bo herêmên operasyonên leşkerî qedexe kiribû.

Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku li Siwêdayê "gelek komên xwecihî" hebûn û wan "operasyonên tolhildanê" pêk anîne.

Wezareta Parastinê di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku lêkolîn dê her kesê ku navê wî di raporan de derbas bûye li xwe bigire û encam dê piştî bidawîbûna karê komîteyê ji raya giştî re bên eşkerekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst