Fransa: Em operasyona li Sûriyeyê dişopînin
Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyeke dîplomatîk a Fransayê ji Rûdawê re ragihand ku ew operasyona li dijî cîhadiyekî navdar ê Fransayî ya li Sûriyeyê dişopînin.
Hêzên hikûmeta Sûriyeyê li Helebê operasyonek li ser kampekê pêk anîbûn da ku wî cîhadiyê Fransayî desteser bikin.
Hêzên Sûriyeyê ragihand ku wan kampek dorpêç kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, di wê kampê de cîhadiyekî navdar ê Fransayî heye ku ji aliyê hikûmeta xwe ve tê xwestin.
Li gorî Rewangeha Sûriyeyê Mafên Mirovan, di navbera her du aliyan de pevçûn derket lê hêzên Sûriyeyê nekarîn wî desteser bikin.
Çavkaniyeke dîplomatîk a Fransayê derbarê vê operasyonê de ji Rûdawê re got: "Me operasyon dîtiye û em ji nêz ve çavdêriya rewşê dikin."
Çavkaniyê nexwest zêdetir agahiyan bide lê got ku operasyon bi serpereştiya hêzên ewlehiya navxweyî yên hikûmeta demkî tê kirin.
Koma cîhadî ya biyanî kî ye?
Ew koma cîhadî ya biyanî 22yê Çiriya Pêşîn 2025an bû armanc. Kom bi navê "Firqe el-Xureba" ango Lîwaya Biyaniyan tê naskirin.
Serokê komê Omer Diyabî 50 salî ye. Diyabî ku bi eslê xwe tawanbarekî Fransayî-Senegalî bû, paşê bû bangxwaz û navê xwe guherand û kir Omer Omsen.
Fermandarê payebilind ê ewlehiya Sûriyeyê yê li parêzgeha Idlibê Xesan Bekir daxuyaniyek da.
Bekir got ku hêzên hikûmetê ew kampa ku Diyabî tê de xwe veşartiye bi temamî dorpêç kiriye.
Ew kamp li nêzîkî sînorê Tirkiyeyê ye. Operasyon piştî wan tohmetan dest pê kir ku digotin komê keçek revandiye.
Ev operasyon, yekemîn êrişa naskirî ya hikûmeta nû ya Sûriyeyê ye ku piştî rûxandina rejîma Beşar Esed di Kanûna Pêşîn a borî de cîhadiyan dike armanc.
Serkirdeyên nû yên Sûriyeyê ji dema ku desthilat wergirtine, hewl didin xwe ji rabirdûya xwe ya radîkal a Îslamî dûr bixin.
Ew dixwazin wêneyekî nermtir pêşkêş bikin ku ji bo Sûriyê û hêzên mezin ên biyanî bêhtir bê qebûlkirin.
Bekir ragihand ku hêzên ewlehiyê hewl dan bi serkirdeyê komê re danûstandinan bikin da ku ew bi dilê xwe radest bibe lê wî ev yek red kir û gule teqand.
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan operasyon piştrast kir.
Birêvebirê Rewangehê Ramî Ebdulrehman got, "Hêzên ewlehiyê kampa wan dorpêç kir û operasyoneke berfireh pêk anî da ku endamên Fransayî yên ku ji aliyê hikûmeta wan ve tên xwestin, radest bikin."
"Pevçûn ji ber daxwaza radestkirinê ya Fransayê ye"
Cibrîlê kurê Diyabî yê ku lîstikvanê futbolê ye li Idlibê, bi rêya WhatsAppê ji Ajansa France-Presse re got:
"Pevçûnan piştî nîvê şevê dest pê kirin û hê jî berdewam dikin. Hêzên ewlehiyê kamp bombebaran kir ku jin û zarok tê de ne."
Cibrîl di wê baweriyê de ye ku pevçûn bi daxwaza Fransayê ya ji bo radestkirina du endamên Fransayî yên komê ve girêdayî ne.
Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan piştrast kir ku piştî nîvroya çarşemê pevçûn rawestiyane.
Li gorî Rewangehê, cîhadiyên biyanî ji bilî Fransiyan ji bo gihîştina çareseriyeke aştiyane navbeynkariyê dikin.
Omer Omsen kî ye?
Di Îlona 2016an de Amerîkayê Omer Omsen wekî "terorîstekî navneteweyî" nasand.
Ew dihat guman kirin ku çekdarên Fransî şandine Sûriyeyê. Ji aliyê Fransayê ve jî fermana desteserkirina wî hatibû derxistin.
Li gorî çavkaniyên ewlehiyê yên Fransayê, koma Diyabî ji nêzîkî 50 kesî pêk tê lê ti peywendiya wan bi DAIŞê re nîne.