Heleb hîn tê topbaran kirin dide û NY bê denge

23-12-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Topbarankirina taxê bajarê Helebê û derdora wê bi bermîlên bombekirî berdewame û duh di encamê de nêzîk 91 kes hate kuştin.

Li taxa al-Ehmediya a ser bi Helebê vê balafirên şer yên hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê ve bazara wê taxê bi bermîlên bombekirî topbaran kirin û hejmareke mezin ji hemwelatiyan ku di nav wan de jin û zarok hene bûn qurbanî.

Li gorî Desteya Giştî a Şoreşa Sûriyê daye xuyakirin “Duh (22.12.2013) hêzên hikûmeta Sûriyê taxa Baîdîn û gundê Mayir jî ji xwe re kiribûn armanc û ew bi tundî topbaran kir ku di encamê de herî kêm 20 kes hatin kuştin û hejmareke yekcar mezin ji xelkên herdû deveran birîndar ketin û ziyaneke madî mezin gihişte avahî û malên hemwelatiyan”.

Li navçeyên bakûrê Helebê hêzên asmanî yên hikûmeta Sûriyê 5 operasyon li ser bajarê Marih encamdan û hejmarek şêniyên wê deverê hatin kuştin, ku piraniya wan zarok û jin bûn.

Herwiha Desteya Giştî a Şoreşa Sûriyê ragihand ku hejmareke mezin ji birîndaran gihiştine navendên pizîşkî di demekê de ku pêdviyên pizîşkî yên pêwîst gellek kêmin li wan navendan.

Ev çend rojin piraniya taxên bajarê Helebê û bajar û bajarokên derdora wê bûne armancên bermîlên bombekirî yên balafirên şerê yên ser bi hikûmeta Sûriyê ve, hevdem bêdengiya civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî li cem aliyên opozîsyonê û gelê Sûriyê bûye cihê pirsyarê.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst