Li Reqayê hişyarî: 3 roj mohlet hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Ewlehiya Navxwe ya Reqayê bi daxuyaniyeke lezgîn hişyarî da şêniyên bajêr û xwest ku kel û pelên ku ji avahiyên hikûmetê û leşkerî hatine dizîn di nava 3 rojan de vegerînin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Hêzên Ewlehiya Navxwe ve hatiye belavkirin de hat diyarkirin ku ev pêngav di çarçoveya hewldanên ji bo vegerandina aramiyê û parastina mal û milkên giştî de hatiye avêtin.

“Mohleta 3 rojan”

Hêzên Ewlehiyê ragihand ku ji bo radestkirina hemû kel û pelên dizî 3 roj mohlet hatiye dayîn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew kesên ku di vê heyamê de kel û pelan vegerînin dê bên efûkirin û ti lêpirsîn bi wan re nayê kirin.

Çi hatine xwestin?

Li gorî daxuyaniyê, tiştên ku divê bên vegerandin ev in:

  • Hemû cureyên çekan
  • Amûr û alavên teknîkî
  • Pêdivî û kel û pel
  • Otomobîl û wesayît
  • Cihê radestkirinê

Hêzên ewlehiyê diyar kir ku welatî dikarin kel û pelên ku di destê wan de ne bibin "Yarîgeha Belediyê" (Stada Şaredariyê) û radest bikin.

Hat tekez kirin ku armanca vê biryarê "efûkirin û lêborîna tam" e ji bo kesên ku hevkarî bikin.