Li Helebê dêreke katolîkan piştî nûjenkirinê hat vekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Helebê yê bakurê Sûriyê, dêra katolîkî ya Yûnanî ku ji ber şerê navxwe yê wî welatî zerar dîtibû, niha hatiye nûjenkirin. Keşe, berpirs û xelk beşdarî merasîma vekirina dêrê bûn.

 

Patriyarkê Dêra Katolîkî ya Yunanî Youssef al-Absi diyar kir: “Ev yekem serdana min e piştî ku ez bûm patriyark. Ez hatime vê derê daku ligel zarokên xwe di keş û hewaya Cejna Qiyame de bijîm ku ji bo me cejna herî mezin e û amaje bi dubare rabûna Sûriyê dide.”

 

Ligel roja vekirina dêrê, Mesîhiyên Helebê dest bi nimêj û duayan kirin. Nûjenkirina dêra katolîkî ya Yûnanî, beşek e ji hinek projeyên taybet bi hevkarîkirina navendên olî yên Mesîhî.

 

Keşeyê Dêra Katolîkî ya Yunanî Yuhana Janbart eşkere kir: “Me îsal sê xweşî dîtin, xweşiya Cejna Christmas, xweşiya serdana pîroz a cenabê patriyark û xweşiya vekirina dêrê û çend projeyên din.”

 

Li parêzgeha Helebê, zêdeyî 50 dêr hene, hinek katolîkî ne, hinek Ermenî û hejmarek jî Aşûrî. Di dema şerê zêdeyî 8 sal ê Sûriyê de, hejmareke zêde ya dêr, mizgeft, pêgeh û navendên din ên olî wêran bûn.