Sûriye: 'Li Efrînê pirsgirêk ji sedî 60 kêm bûne'
Şam (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê Nûredîn Baba ji Rûdawê re ragihand ku li Efrînê pirsgirêk ji sedî 60 kêm bûne.
Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê Nûredîn Baba pirsên Rûdawê yên li ser Efrîn û Kampa Holê bersivandin.
Nûredîn Baba diyar kir ku birêvebiriya Kampa Holê dê ji berê cudatir be û amaje pê kir ku li Efrîna Rojavayê Kurdistanê rêjeya pirsgirêkan bi awayekî darîçav kêm bûye.
Li gorî wî, komên çekdar ên li Efrînê yên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan "tevlî Wezareta Parastinê bûne" lê mijara baregehên Tirkiyeyê yên li Efrînê "bi rêkeftineke di navbera Serokatiya Sûriyeyê û Serokatiya Tirkiyeyê retêkildar e."
Divê were gotin ku îro heyeteke hikûmeta Şamê bi Koalîsyonê re çû Kampa Holê ya li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê.
Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê Nûredîn Baba li ser rewşa Kampa Holê jî agahî dan Rûdawê.
Rûdaw: Îro piştî ku heyeteke ji Wezareta Karên Navxweyê çû Kampa Holê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, niha plan çi ye? Gelo standina Kampa Holê ye plan?
Nûredîn Baba: Derbarê mijara Kampa Holê, Kampa Holê beşek ji rêkeftina ku di navbera Serokatiya Komara Erebî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de hatiye îmzekirin e ku diyar dike Komara Erebî ya Sûriyeyê dê birêvebiriya hemû herêmên Cizîra Sûriyeyê, herêma Hesekê û Reqayê bi dest bixe.
Mijara birêvebiriya Kampa Holê dê ji berê cuda be, ji guherandina wê ji navendeke nemrovî ya ku beşdarî zêdebûna tansiyon, zêdebûna kîn û zêdebûna hilberîna terorê dike, ber bi rastiyeke dermankirina civakî ya berfireh a ji bo qurbaniyên û malbatên ku qurbaniyên endamên rêxistina DAIŞê ne.
Eger kesekî endamtiya rêxistina DAIŞê kiriye, çi tawanê zarokên wî û çi tawanê jina wî heye ku van cezayên dijwar bikişînin ku bi rêya rast zêdebûna tundrev, zêdebûna terorê û zêdebûna hêrsa van kesan a li hemberî civaka Sûriyeyê dike.
Ji ber vê yekê dê rêbazeke nû ya dermankirinê hebe ku bi dcbare tevlîkirina civakî ya van kesan ji malbatên rêxistina DAIŞê di civaka Sûriyeyê de, da ku dubare bibin endamên hilberîner ên Sûriyeyê.
Rûdaw: Derbarê komên çekdar ên li Efrînê çi heye? Gelo Emniyeta Giştî dê li tevahiya Efrînê belav bibe û çarenivîsa van koman û hêzên Tirkiyeyê yên li wir çi ye? Gelo dê derkevin yan dê bibin baregehên domdar li Efrînê?
Nûredîn Baba: Birêvebiriya Emniyeta Giştî ji çend mehan ve dest bi belavbûnê li herêma Efrînê kiriye, îro Birêvebiriya Emniyeta Giştî bûye Birêvebiriya Emniyeta Navxweyî ya Wezareta Navxwe, hebûneke zêdebûyî ya Wezareta Navxweyê heye, heta pirsgirêkên ewlehiyê yên li herêma Efrînê ji aliyê jimar û cure ve ketine kêmbûneke zêde, yanî me tesbît kir nêzîkî zêdetirî ji sedî 60ê pirsgirêkan li herêma Efrînê kêm bûne û em dixebitin ku vê rêjeyê zêdetir kêm bikin.
Derbarê komên leşkerî, bê guman ez ne xwediyê îcazeya axaftina li ser wan im lê wekî ku me hemû yan şopandiye, ev kom tevlî Wezareta Parastinê bûn û Wezareta Parastinê ew e ku diyar dike ka li kû van komên leşkerî belav bikin û bi cih bikin, bi zanîna ku êdî kom tunin ku di nav Wezareta Parastinê de cuda bibin.
Derbarê baregehên Tirkiyeyê, ev mijareke ku pêwendî bi rêkeftineke di navbera Serokatiya Komara Erebî ya Sûriyeyê û Serokatiya Tirkiyeyê de heye.