Li Îdlibê cebilxaneyek teqiya: Gelek mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îdlibê ya bakurê Sûriyeyê di depoyeke çekan de çend teqîn çêbûn û li gorî agahiyên destpêkê 6 kes mirin û 140 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê li ser teqîna li nahiyeya Kefrayayê ya parêzgeha Îdlibê daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê ragihand ku li Kefrayayê di cebilxaneyekê de ji ber sedemeke ne diyar 15 teqîn çêbûn.

Hat diyarkirin ku ji ber xurtiya teqînan zerer û ziyan gihiştiye avahiyên nêzîk.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên derdorê.

Sedema teqînan heta niha nehatiye diyarkirin.