Erebistana Siûdî dê li Sûriyeyê bi qasî 6 milyar dolaran veberhênanê bike
Şam (Rûdaw) - Di navbera Erebistana Siûdî û Sûriyeyê de bi bihayê 6 milyar dolarî peymanên veberhênanê hatin îmzekirin.
Bi beşdariya Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û Wezîrê Veberhênanê yê Erebistana Siûdî Xalid bin Ebdulazîz el-Falih û her wiha gelek karsazên Siûdî û Sûriyeyî li Koşka Gel a li Şama paytexta Sûriyeyê merasîma îmzekirinê hat lidarxistin.
Di merasîmê de li ser veberhênanên ku dê li parêzgehên cuda, bi taybetî li Şam, Hims û Helebê bên kirin di navbera wezîrên Geştûguzarî, Firokevanî, Ragihandin, Avakirin û Aboriyê yên Sûriyeyê û hempîşeyên wan ên Siûdî de memorandûmên lihevkirinê hatin îmzekirin.
Di çarçoveya Foruma Veberhênanê ya Sûrî-Siûdî de di warên curbicur ên wekî binesazî, enerjî, firokevanî, geştûguzarî, tenduristî, ragihandin, otelvanî û vezîvirandinê de bi bihayê 24 milyar riyalên Siûdî (nêzîkî 6 milyar dolarî) 47 peyman hatin îmzekirin.
"Sûriye ji bo veberhênanê welatekî guncav e"
Wezîrê Darayiyê yê Sûriyeyê Yasir Bernî got, "Belê, Ne tenê di warê darayî de, di gelek sektoran de peymanên veberhênanê hene.
Em niha gotûbêjan dikin ku di pêşerojê de sektora darayî jî xurt bikin.
Ev forum peyameke girîng e û nîşan dide ku Sûriye ji bo veberhênanê welatekî guncav e.
Hikûmeta Sûriyeyê ji bo avakirina jîngeheke baş a veberhênanê bi biryar e."
Nêzîkî 100 kompanyayên Siûdî yên ku li piraniya welatên cîhanê kar dikin, Sûriyeyê wekî derfeteke mezin a weberhênanê dibînin.
Ew van peymanan wekî destpêkekê dinirxînin û dixwazin di pêşerojê de veberhênanên xwe zêde bikin.
"Li Sûriyeyê sektora herî baş binesazî ye"
Veberhênerê Siûdî Hemdan Serîn li ser veberhênana li Sûriyeyê wiha axivî:
"Derfetên veberhênanê yên li Sûriyeyê pir in. Kî zû were, dê zêdetir qezenc bike.
Em ne ji bo axaftinê, em ji bo cîbicîkirinê hatine vir. Sektora herî baş a li Sûriyeyê binesazî ye.
Ji ber ku hemû sektorên din pê ve girêdayî ne û ew dikare rê li ber weberhênanên nû veke."
Tê payîn ku bi îmzekirina van rêkeftinan re, nêzîkî 50 hezar derfetên kar ên rasterast û 150 hezar derfetên kar ên nerasterast bên avakirin.