Mutlu Çiviroglu
Koln (Rûdaw) - Fermandarekî Bereya Kurdan, ku yek ji hêzên nav Artêşa Azad a Sûriyê ye, dibêje ku nêzîkî 7 hezar çekdarên wan di nava Artêşa Azad de hene.
Fermandarê yekîneyeke kurd ya ser bi Artêşa Azad a Sûriyê, Hacî Ehmed Kurdî, ji Rûdawê re got ku Kurdên Sûriyê li gellek bajar, bajarok û gundên Ereban dijîn û wan xwestiye ku hêzeke wan a hevbeş ligel neteweyên van navçeyan hebe. Bi vê sedemê wan Bereya Kurdan damezrandiye. Ehmed Kurdî herwiha diyar kir ku armanca wan ew e ku ligel Artêşê Azad dawiyê li “dîktatorê Şamê” bînin.
Ehmed Kurdî got ku Artêşa Azad pile û payeyên leşkerî li ser bingeha neteweyî dabeş nake, herwiha betalyonan jî li ser bingeha neteweyî danamezrîne. Ehmed Kurdî: “Di nav vê hêzê de hemû ji bo ruxandina serokê niha yê Sûriyê Beşar Esed şer dikin. Lê Kurd dixwazin nasnameya xwe derxînin pêş, ji bo ku nîşan bidin ku ew jî di şoreşa Sûriyê de beşdar in.”
Derbarê navê Bereya Kurdan de jî, Hacî Ehmed Kurdî got: "Ti hokara nijadî li pişt hilbijartina vî navî nebû. Tenê da ku em beşdariya xwe di şoreşê de nîşan bidin. Lewma me Bereya Kurdan damezrand. Hin bi hin piştgiriya me pirr dibe. Em xwe li hemû bajarên Sûriyê birêxistin dikin."
Heta niha hêzên opozisyona kurdî bi awayekî giştî xwe ji şerê navxweyî yê Sûriyê dûr kiriye. Lê hejmarek çekdarên kurd di nav yekîneyên Artêşa Azad a Sûriyê de şer dikin. Li gor gotina Ehmed Kurdî, 7 hezar çekdarên Bereya Kurdan hene. Yek ji wan Ebû Musab bû, ku serokê grûba Cebhet al-Nusre girt, ya ku ser bi al-Qaîde ye.
Ehmed Kurdî gazinan ji wê yekê dike ku grûbên tundrew ên wek Cebhet al-Nusre û hejmarek grûbên din ên cîhadî ji Rojhilata Navîn û welatên din bo Sûriyê tên şandin, da ku beşdarî şerê navxweyî bibin û ajendeyên al-Qaîde peyrew bikin. Ehmed dibêje ku ew grub bi awayekî kirdarî kontrola Artêşa Azad a Sûriyê dikin û wiha berdewam dike: "Di bin hejmarek nav de çalakiyan dikin. Lê dilsoz û arîkarên al-Qaîde ne. Ev grûbên tundrew dikarin rê li ber damezrandina hejmarek yekîneyên Artêşa Azad a Sûriyê bigirin û desthilata wan sînordar bikin. Destê wan li ser pirraniya dezgehanên ku ji bin destê rejîma Esed hatine rizgarkirin heye."
Di vê dama ku pevçûn di navbera YPGê û Îslamiyên tundrew de li navçeyên kurdî pêk tên, şerê Sûriyê ber bi aloziyeke bêhtir çûye. Ehmed Kurdî dibêje: "Grûbên îslamî di hewla kontrolkirina Artêşa Azad a Sûriyê de ne. Dixwazin navçeyên kurdî têxin bin destê xwe. Me jî ev red kir. Lewma êrişî me dikin."
Ehmed Kurdî wiha dibîne ku gefa kontrolkirin û desthilata aliyên grûbên îslamî roj bi roj ber bi zêdebûnê ve diçe û doz li civaka navdewletî û bi taybetî Neteweyên Yekbûyî û Tirkiyeyê kir ku guşarê têxin ser grûbên îslamî û arîkariya Artêşa Azad a Sûriyê bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse