HIMS - Gelo li kezeba Sûriyeyê dîsa narincokek diteqe?

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Himsê yê Sûriyeyê piştî kuştina cotekî şerê mezhebî derket.

Bi sedan çekdarên eşîra Benî Xalid êrişî taxên Elewiyan kir, mal û dikanên welatiyan şewitandin.

Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, piştî aloziyan qedexeya derketina derve ya li çend taxên parêzgehê dirêj kir.

Paşnîvroya yekşemê, bi sedan çekdarên eşîra Benî Xalid êrişî çend taxên Elewiyan ên li bajarê Himsê yê naverasta Sûriyeyê kir.

Di êrişan de hinek mal, dikan û otomobîlên xelkê hatin şewitandin û gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Çima alozî derket?

Ev êrişa çekdarên eşîra navborî piştî wê yekê hat kirin ku termên du niştecihên bajarokê Zeydelê yê ku 5 kîlometreyan li rojhilatê bajarê Himsê dimîne hatin dîtin.

Divê were gotin ku Zeydel bajarokekî Suniyan e.

Hat ragihandin, ew her du welatiyên ku hevjînên hev bûn hatibûn kuştin û termê jinê hatibû şewitandin.

Her wiha hevoka "Ya Huseyîn" a ku Şîe bi kar tînin, li ser dîwarê malê bi xwînê hatibû nivîsandin.

“Dixwazin Elewiyan ji Himsê koçber bikin”

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), êrişa çekdarên Benî Xalid, bi awayekî serekî li taxên Zehra, Taxa Ermeniyan, Taxa Muhacirîn, El-Ebasiye û Wadî El-Zehebê hatiye kirin.

Serokê SOHRê Ramî Ebdulrehman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

"Çima ev qas komên çekdaran êrişî Elewiyan dikin û wan dikujin?

Berî du rojan du ciwanên Elewî bi keviran hatin kuştin û me ti tevger ji desthilatên Sûriyeyê nedîtin û bûyer wekî kiryarên kujerekî nenas hat tomarkirin.

Bi dehan birîndar hene û derbarê 2 kuştiyên Elewî hinek agahî hene. Bê guman hinek kes hene ku dixwazin Elewiyan ji Himsê koçber bikin. Ew kî ne, em nizanin."

Qedexeya derketina derve hat dirêjkirin

Hêzên Ewlehiya Giştî yên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li nav bajarê Himsê belav bûn û hewl da ku rewşê kontrol bikin.

Desthilatdarên demkî yên Sûriyeyê, piştî aloziyên ku ji ber mirina cotekî derketin, qedexeya derketina derve ya ku ji demjimêr 17:00ê heta 05:00ê sibehê hatibû ragihandin, li çend taxên parêzgeha Himsê heta derengiya nîvro dirêj kir.

Her wiha dibistanên bajêr îro hatin girtin.

"Belgeya şerê mezhebî nîne"

Berdevkê Wezareta Karên Navxwe Nûredîn Baba ji kanala fermî ya Sûriyeyê re ragihand ku "heta niha ti belgeyeke madî nîne ku piştrast bike tawana li bajarokê Zeydelê tawaneke mezhebî ye" û got:

"Lêkolînên seretayî derxistiye holê ku ew hevokên li cihê tawanê hebûn, ji bo derxistina fitneyê û veşartina kujerê rastîn hatine nivîsandin."

Bangî Neteweyên Yekbûyî hat kirin

Encumena Îslamî ya Elewî ya Bilind a Sûriyeyê û Diyasporayê jî derbarê bûyerên Himsê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya Encumenê, "Taxên Elewiyan ên li Himsê rastî êrişeke çekdarî ya hovane hatine.

Kuştina du kesan û birîndarbûna bi dehan kesan hatiye belgekirin."

Encumenê her wiha daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku "ji bo rawestandina êrişan û parastina Elewiyan destwerdana (midaxele) demildest bike, komîteyeke lêkolînê ya navneteweyî ya serbixwe bişîne û berpirsan siza bide."

Li gorî texmînan, ji sedî 65ê şêniyên Himsê Erebên Sunî ne û ji sedî 35 jî ji pêkhateyên cuda yên wekî Elewî, Xiristiyan, Şîe, Smaîlî, Tirkmen û Kurd in.