Sîpan Hemo: Çend rojên bê dê danûstandinên bi hikûmeta Sûriyê re dest pê bikin

25-01-2019
RÛDAW
Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo ragihand ku çend rojên bê dê danûstandinên bi hikûmeta Sûriyê re dest pê bikin
Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo ragihand ku çend rojên bê dê danûstandinên bi hikûmeta Sûriyê re dest pê bikin
Nîşan Sîpan Hemo Sûriye Danûstandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo ragihand, ku piştî bersiva erênî ya hikûmeta Sûriyê, dê di çend rojên bê de, danûstandinên wan li gel hikûmeta Şamê destpê bikin. Bi gotina Sîpan Hemo, danûstandinên wan, dê derbarê çarenivîsa navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê de bin.

 

Piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê, berdewam şandên Rêveberiya Xweser seredana Şamê dikin, da ku li ser wan navçeyan lihev bikin, lê ti encamên diyar nehatine ragihandin.

 

Sîpan Hemo eşkere kir, ku helwesta hikûmeta Sûriyê niha erênî ye, lewma hewl hene ku danûstandin dest pê bikin û dibe ku di çend rojên bê de, şandên Rêveberiya Xweser li gel hikûmeta Sûriyê bicivin û li hev bikin.

 

Ev daxuyaniya Sîpan Hemo piştî wê yekê tê, ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Moskowê, behsa aktîvkirina rêkeftina Edenê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst