ŞAM - Semînereke li ser mafên Kurdan: ‘Êş û azarên me nizanin’
Şam (Rûdaw) - Li Şama paytexta Sûriyeyê li ser rewşa Kurdan û rêyên çareseriya qanûnî yên ji bo pirsgirêkan semînerek hat lidarxistin.
Semîner bi beşdariya hejmarek parêzer û çalakvanên mafên mirovan hat sazkirin.
Navê semînerê "Mersûma 13an a li Sûriyeyê: Di Navbera Bandor û Asoyan de ji bo Pêkhateya Kurdan" bû.
Di semînerê de serjimêriya sala 1962yan û siyaseta Kembera Erebî hatin nirxandin.
Beşdaran bal kişand ser bandora kûr a van siyasetan a li ser jiyana Kurdan û encamên wan.
"Ji ber ku netewe û axa Kurdan li Sûriyeyê ye jê ditirsin"
Pispora arkeolojiyê Werda Îbrahîm di semînerê de axivî û got:
"Ez demeke dirêj li Qamişloyê jiyame û ez van mijaran baş dizanim.
Îro tiştekî gelekî balkêş heye ku kes guh nadê.
Çerkez, Tirkmen û Ermenan nasnameya Sûriyeyê wergirtiye.
Hûn zanin çima? Ji ber ku welatê wan heye.
Çima ji Kurd, Elewî û Suryanan ditirsin? Ji ber ku neteweya wan li Sûriyeyê ye.
Me ji xwe nepirsiye ka çima pirsgirêka Çerkez û Tirkmenan nîne. Ji ber ku axa wan heye.
Lê Kurd ji bo wan metirsîdar in ji ber ku netewe û axa wan li Sûriyeyê ye."
"Şam cihê çareseriyê ye"
Di semînerê de li ser rêbazên qanûnî yên ji bo vegerandina mafên Kurdan jî dan û standin hatin kirin.
Parêzer Hesen Ebdullah jî yek ji beşdarên semînerê bû û wî li ser mijarê ev agahî dan:
"Me dît ku girîng e em vê mijarê li Şamê ronî bikin. Şam cihê çareseriyê ye.
Gelek kes êş û azarên me nizanin. Ew têgehên wekî 'ecnebî' û 'mektûm' nas nakin.
Ji ber wê yekê me dît ku em bi wan re parve bikin.
Me xwest em ronahiyê bixin ser vê mersûmê û tiştên ku ji bo paşeroja Sûriyeyê pêwîst in nîşan bidin."
Bi sed hezaran Kurd li benda edaletê ne
Semîner ji aliyê Navenda Guherîna Demokratîk ve hat lidarxistin.
Ev xebat di demekê de pêk tê ku bi sed hezaran Kurdên li Rojavayê Kurdistanê li benda edaletê ne.
Kurdên Rojavayê Kurdistanê hêvî dikin ku gavên rastîn werin avêtin û mafên wan li wan werin vegerandin.