Çînê bareke vaksîna coronayê diyarî da Sûriyê
Hewlêr (Rûdaw) - 150 hezar danên vaksîna Sinopharm a Çînî gihişt Firokexaneya Şama paytexta Sûriyê ku ji aliyê hikûmeta Çînê ve wek alîkarî jibo xelkê Sûriyê hatiye şandin.
Wezîrê Tendirustiya Sûriyê, Hesen Xebaş û Balyozê Çînê li Sûriyê Feng Biao jib o wergirtina vaksînan li firokexaneyê amade bûn.
Hesen Xebaş, Wezîrê Tendirustiya Sûriyê ragihand: “Wek diyarî me vaksîn ji Çînê wergirt, bi hevahengî di navbera Balyozê Çînê û hikûmeta Sûriyê de jibo alîkarîkirina kerta tendirustiya Sûriyê. Ev ne tiştekî nû ye ji aliyê hikûmeta Çînê ve ku herdem alîkare bo sîstema Tendirustiyê li Sûriyê.”
Di despêka vê mehê de Îmaratê jî li gel alîkariyên pizîşkî hejmarek ne diyar ji vaksîna Coronayê ji Sûriyê re şandibû.
Pêncşema bihorî 203 hezar danên vaksîna AstraZeneca bi rêya bernameya COVAX ku Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) rêveberiya wê dike jibo navçeyên di bin destê hikûmeta Sûriyê de hatibûn şandin.
Herwiha 53 hezar û 800 danên din ji bo Idlibê û navçeyên jêr destê çekdarên ser bi Tirkriyê ve hatibûn şandin.
Lê heta niha ji bo Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser ti vaksînên coronayê nehatine şandin.
Biryare di rojên pêş de 150 hezar danên din ên vaksînê ji Çînê bo Sûriyê bên şandin.
Feng Biao, Balyozê Çînê yê li Sûriyê jî dibêje: “Yekemîn barê vaksîna Çînî gihişt Sûriyê. Di demek nêzîk de 150 hezar doz ên din ên vaksînê dê bi rêya Xaça Sor ya Çînî bighên Sûriyê. Ev vaksîn hestên baş ên xelk û Hikûmeta Çînê bo xelkê Sûriyê vedughêze.”
Ji despêka belavbûna Coronayê li gor amarên hikûmeta Sûriyê li navçeyên bin destê hikûmetê 22 hezar kes bi Coronayê ketine ku heta niha1500 kesan ji wan canê xwe ji dest dan.
Li navçeyên di bin destê çekdarên ser bi Trikiyê de li Idlib û gundewarên wê bêhtir ji 21 hezar kes bi Coronayê ketine heta niha ji wan bêhtir ji 640 kesan canê xwe ji dest dane. Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser jî 15 hezar û 176 kes bi Coronayê ketine ji wan 519 kesan canê xwe ji dest dane.