Cerba bersiva Barack Obama da

 

Hewlêr (Rûdaw)- Serokê hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Ahmed Asî el-Cerba bersiva gotinên Serokê Amerîka Barack Obama da ku gotibû opozîsyoneke Sûriyê ya lîberal nîne ku bikaribe rejîma Esed hilweşîne.

 

Cerba derbarê van gotinên Obama de daxuyaniyekê da û ragihand ku ev gotin şervanên Sûriyê dixe di bin tehediyeke nû de.

 

Ev gotina Cerba di demekê de ye ku hhê operasyonên lêşkerî li Sûriyê berdewamin û hin çekdarên bi ser opozîsyonê ve balefireke rejîmê li navçeya Qelemûn ku bi ser gundewarê Şamê ve ye xistin xwarê.

 

Cerba li Stenbolê ligel fermandarên Artêşa Azad û hin endamên hevpeymaniya xwe civiya û ji wan re diyar kir ku ev daxuyaniyên dawî yên Obama hêzên opozîsyonê dixe di bin tehediyeke nû de.

 

Serokê Hevpeymaniya Nişyimanî ya Opozîsyona Sûriyê tekez kir ku pêwîste opozîsyona Sûriyê û hevpeymanî rêzên xwe bi awayekî zêdetir rêk û pêk bikin û karekî baştir bikin.