Li Şamê pêşangeha pîşesaziya xwarinê dest pê kir
Şam (Rûdaw) - Li Şama paytexta Sûriyeyê Pêşangeha Navneteweyî ya Pîşesaziya Xwarinê dest pê kir û 200 kompanyayên pîşesaziya xwarinê beşdar bûne.
Li Şamê Pêşangeha 20mîn Navneteweyî ya Pîşesaziya Xwarinê bi navê "Food Expo" dest pê kir.
Nêzîkî 200 kompanyayên ji Sûriye, Rojavayê Kurdistanê û welatên Ereban beşdarî pêşangehê bûne.
Yek ji beşdariyan karsazê Kurd Ebdilrehman Abid e û ew 15 salan li Almanyayê maye, piştî 15 salan vegeriyaye Rojavayê Kurdistanê.
Ebdilrehman Abid li Efrînê kargeha Baxçeyên Efrînê ava kiriye û ew dixwaze bi rêya pêşangehê berhemên Efrînê nîşan bide.
“Ez dixwazim navê Efrîn û berhemên wê li cîhanê belav bibin”
Karsazê Efrînî Ebdilrehman Abid got, “Ez nêzîkî 15 salan li Almanyayê bûm, Piştî ku pirsgirêk çarser bûn, ez vegeriyam.
Ev bûn 6 meh min kargeha kelûpelên xwarinê li Efrînê vekiriye.
Niha nêzîkî 15-16 wekîlên min li Ewropa û Siûdiyê hene û ez dixwazin navê Efrînê li cîhanê belav bibe.
Ez dixwazim berhemên Efrînê wekî zeyt û zeytûnên Efrînê li hemû cîhanê belav bibin.”
Berhemên xwezayî yên ku li Efrîn tên çêkirin, li gorî bazirganan ne tenê li Sûriyeyê belav bûne, lê nav û dengê wan gihîştiye Ewropayê jî û ji ber kalîteya wan gelek xwestek jî li ser heye.
“Ewropayê pêwîstî bi berhemên me heye”
Bazirganê bi navê Ednan Henan jî got:
“Ewropayê pêwîstî bi berhemên me heye ji ber ku madeyên parêzker tê de tune ne û tev xwezayî ne, wekî zeyt, megdûs, mireba û ava bacanan hemû xwezayî ne.
Hûn jî û em jî zanin Ewropa gelekî li ser madeyên parêzer gelekî hestiyar e.
Berhemên Efrînê tev xwezayî ne û hin berhemên me hene avê jî naxwazin, em ji wan re dibêjin bejî, lewma tameke xwezayî ya berhemên xwarinê yên efrînê heye.”