Laziqiye (Rûdaw) – Kurdên devera Cebel el-Ekradê ya girêdayî bajarê Laziqiye yê Sûriyê gazindan ji vê yekê dikin ku berê çawa ji aliyê rêjîma Sûriyê ve dihatin serkutkirin niha jî ji aliyê çekdar û komên radîkal ên îslamî ve rastî zulm û zorê tên û tên piştguhxistin.
Devera Cebel el-Ekrad di warê dîrokî û erdîngarî de
Devera Cebel el-Ekrad xwediyê erdîngariyeke pir girîng ji bo hikûmeta Sûriyê û opozîsyona (dijbere) wî welatî ye ji ber ku nêzîkî gundê Qirdahe (gundê malbata Esed) ye û ji ber ku li rêya serekî ya navbera Heleb û Laziqiyê dinêre her wiha berê wê ber bi Deşta Xabê ye, ku pirraniya xelkê wir şîe ne, her hêz û aliyek wê derê bixe destê xwe dikare hemû peravên Sûriyê jî bigire ji ber ku devereke bilind e.
Li wê herêmê hinek gundên kurdan hene ku heta pira Şixûr a li parêzgeha Idlibê dirêj dibin. Ji aliyekî din, ji ber ku Cebel el-Ekrad digihîje Eskenderûn û Kurdaxa Efrînê û li gorî nexşeya dîrokzan û kurdologê rûsî yê navdar Mîxaîl Sîmonovîç Lazarev, ku sala 1983 di rojnameya Piravda ya Rûsî de hatiye belavkirin, ew dever beşek ji xaka kurd û beşek ji herêma kurdî ya Sûriyê ye.
Her wiha yek ji navdartirîn kelhên Selahedîn li wê derê, ku bi keviran hatiye çêkirin û gellekî balkêş e, ji aliyê rêxistina UNESCO ve ketiye nav lîsteya wan şûnwarên ku divê bên parastin.
Helwesta kurdên Cebel el-Ekrad li hember serhildana Rojavayê Kurdistanê
Hasta kurdiniyê ya kurdên wê derê gellekî bihêz e û bi kurdbûna xwe serbilind in. di serhildana 12ê Adara 2004an a Rojavayê Kurdistanê de û komkujî û girtinên ku li bajarê Qamişlo hat kirin, xelkê gundên herêma Cebel el-Ekrad a Laziqiyê rijiyan ser derve û komkujiya Qamişloyê şermezar kirin.
Lê niha heman rewş hatiye serê kurdên Cebel el-Ekradê û kurdên wê derê rastî êrişên berfireh tên û xelkê gundê Babina, Cenkîl, Bekkas, Difîl, Şêrqaq û Meşriqiye ji gundên xwe hatine derxistin.
Kurdên wê derê di dema destpêkirina xwepêşandan û kirîza Sûriyê de bi awayekî berfireh nerazîbûnên xwe li dijî rêjîma Beşar Esed nîşan dan.
Di şerê çekdarî de jî devera Cebel el-Ekrad bûye cihekî girîng ji hêzên opozîsyonê re, ji ber ku xelkê wê derê alîkariya opozîsyonê dikin û tevlî komên çekdarî dibin û li dijî artêşa Beşar Esed şer dikin.
Komên çekdarî yên wê deverê li hev kom bûne û di bin banê “Odeya Kordînasyon, Meşq û Fermandehiya Çalakiyên Serbazî” de bûne yek û fermandeyekî kurd bi nave Malik Kurdî jî fermandehiya wan dike.
Fermandeyê operasyonan ê Tevgera Rizgariya Şamê, Ehmed Bekûr ku li devera Cebel el-Ekrad xebat dikin, rexne li Encumena Fermandehiya Artêşa Azad a Sûriyê girt û got, ew qet alîkariya komên çekdarî yên Cebel el-Ekradê nakin, tiştekî me jibilî vê çeka me tine ev jî têra şerê li dijî rêjîmê nake çimkî ev şer şerê artêşan e.
Ehmed Bekûr her wiha diyar kir, ev salek e ti çek û teqemenî nedane wan.
Sozek ji Şamê
Duh kurdekî devera Cebel el Ekradê pirojeyeke hikûmeta Beşar Esed ji xelkê Cebel el Ekradê re eşkere kir û ragihand, piştî ku hêzên Beşar Esed nekarîn piştî çendîn êriş devera Cebel ek Ekradê bigirin her wiha nekarîn destê xwe bixin nav karên fermandehî û serokatiya Cebel el Ekradê, hikûmeta Sûriyê bi rêya Îranê re ragihandiye ku ew dixwazin hêzên rêjîmê derbasî deverê bibin û bila xelkê wir jî bihêlin navendeke serbazî ya îranî-rûsî li wir were avakirin. Li hember vê yekê hikûmeta Sûriyê jî soz daye van tiştan ji xelkê wir re dabîn bike:
*Di hikûmetê de wezaretekî bide xelkê Cebel el Ekradê. Ev jî dibe yekemîn wezîrê Sûriyê di dîroka Sûriyê de ku ji xelkê Cebel el Ekradê be.
*Jinûve avakirina gundên deverê û vegerandina wan gundiyên ku ji gundên xwe hatine derxisitn
*Ew kesên ku li wir hatine kuştin hemû wek şehîdên dewletê bên hesibandin û li gorî wê nêzîkî malbatên wan bibin.
*Destnîşankirina du kursiyên parlamentoyê ji bona xelkê Cebel el Ekradê
*Berdana hemû girtiyên deverê
*Wergirtina xelkê deverê ji aliyê sazî û navendên fermî yên dewletê ve
Ew kurdê han ku nave wî Hemdî Şerîf e, dibêje, eger opozîsyon û komên çekdar ku gellekî niheqî li xelkê Cebel el Ekradê kirine, helwesta xwe li hemberî wan neguherînin dê vê pêşniyara hikûmeta Sûriyê qebûl bikin.
Kurdên Cebel el Ekradê ji hêzên kurdî jî gazinde dikin ku ew piştguh xistine û ti qîmetekî nadin wan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse