Li Siwêdayê 2 Durziyên welatiyên Fransa û Amerîkayê hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Siwêdayê yê başûrê Sûriyeyê, komeke çekdar gule li hejmarek Durziyan reşandin û yek ji qurbaniyan welatiyekî Sûriye-Amerîkayê bû ku ji bo serdanê vegeriyabû bajarê xwe.
Di şer û pevçûnên li herêmên Durziyan ên li başûrê Sûriyeyê de, hejmarek welatiyên biyanî jî hatin kuştin lê heta niha tenê kuştina 2 kesan hatiye piştrastkirin.
Doktor Xiyas Keptûlê ji Siwêdayê got:
“Bûyerên ku hatine ber destê me tenê wekî komkujiya malbatan dikarin bên pênasekirin.
Malbat bi temamî hatine kuştin, bav, dê û zarok hemû hatine kuştin.”
Fîras Bedirê şêniyê Siwêdayê jî anî ziman:
“Komkujî li her kesî hatiye kiriye û her malbatê kesekî xwe ji dest daye.”
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê kuştina welatiyê Sûriye-Amerîkayê Husam Serayeyê 35 salî piştrast kir.
Malbata wî ragihand ku Husam li gel 8 endamên malbatê li kolanên Siwêdayê ji aliyê çekdarên ku tê gotin ser bi hêzên hikûmeta Sûriyeyê ne ve hatine kuştin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, di şerê vê mehê de zêdetirî hezar û 300 kes hatine kuştin ku piraniya wan Durzî ne.
Hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê bi kuştina 196 sivîlên Durzî tên tometbarkirin.
Fîras Ebû Letîfê welatiyê Fransayê yê 48 salî jî yek ji qurbaniyan e.
Komeke çekdar bi ser mala wî de girt û ew û mala wî şewitandin.
Hemed Qetêniyê şêniyê Siwêdayê da zanîn:
“Odeya min a mêvanan hat şewitandin. Her wiha mala kurê min Yûsif şewitandin.
Mala kurê min Wîsam jî bi temamî hat wêrankirin.
Cîranê min, ew û mala wî şewitandin, min bi xwe termê wî rakir. Tenê hestiyên wî mabûn.”
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji bilî kuştina bi sedan sivîlan, zêdetirî 145 hezar kes jî ji herêmên başûrê Sûriyeyê koçber bûne.