Reuters: Li ser Tirkiyê re 400 ton cebilxane ji opozisyona Sûriyê hat şandin
Hewlêr (Rûdaw) – Ajansa Reuters di nûçeyeke xwe de diyar kir ku 400 hezar ton cebilxane li ser Tirkiyê re ji opozisyona Sûriyê re hat şandin.
Reutersê destnîşan kir ku şerkerên li dijî Esed, di nava du salan de alîkariya herî mezin a çekan li ser Tirkiyê re ji wan re hatiye şandin.
Piştî ku hat gotin li Şamê çekên kîmyayî hatine bikaranîn, bi armanca piştgiriyê bidin opozisyona Sûriyê alîkarî hatiye şandin û ev alîkarî ji aliyê welatên kendavê ve tê fînansekirin.
Yek ji endamên oposizyona Sûriyê Muhammed Salam ji Reutersê re ragihand ku 20 ton çek li baregehan hatiye belavkirin.