Neteweyên Yekbûyî: Îsal milyonek penaberên Sûriyeyî vegeriyane

Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî ragihand ku 9 mehên dawî milyonek penaberên Sûriyeyî vegeriyane ser mal û milkên xwe.

Komîsyona Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku piştî rûxîna desthilata Beşar Esed vegera penaberên Sûriyeyî zêde bûye û 9 mehên dawî milyonek penaber vegeriyane welatê xwe.

Li gorî heman komîsyonê, 1,8 milyon koçberên navxweyî jî vegeriyane cih û warên xwe lê hîn jî zêdetirî 7 milyon kesî li Sûriyeyê koçber in.

Hişyariya li ser vegere

Neteweyên Yekbûyî derbarê vegera penaberan hişyariyê dide û dibêje, kesên vedigerin rastî gelek zehmetiyan tên û ew zehmetî wiha rêz kiri:

“Binesazî û mal wêran in, xizmetguzariyên sereke têr nakin an jî zerer dîtine, derfetên kar kêm in û rewşa ewlehiyê ne baş e.”