Li Laziqiyeyê operasyon: 3 alîgirên Esed hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Laziqiyeyê ya Sûriyeyê di operasyoneke li dijî kesên tê gotin girêdayî efserê berê yê birêvebiriya Esed, Suheyl Hesen el-Hesen in de, kesek hat girtin û 3 kes jî hatin kuştin.
Li gorî nûçeya televîzyona fermî ya dewleta Sûriyeyê El-Îxbariyeyê, yekîneyên ewlehiya navxwe li Laziqiyeyê operasyonek li dijî wan kesan li dar xist ku bi Suheyl Hesen el-Hesen ê firar ê bi nasnavê "Piling" ve girêdayî ne û xwe wekî "Seraya el-Cewad" bi nav dikin.
Di dema operasyonê de çekên curbicur, cebilxaneyên cuda û amûrên leşkerî û teqemeniyê hatin bidestxistin.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku di encama operasyonê de kesek hatiye girtin û 3 kes jî hatine kuştin.
Her wiha dest danîn ser çek û cebilxaneyan û kesê ku hatiye girtin sewqî Daîreya Têkoşîna li dijî Terorê hatiye kirin.
"Plana êrişa şeva sersalê hebû"
Fermandarê Ewlehiya Navxwe yê Laziqiyeyê Ebdulezîz Hîlal Ehmed ji El-Îxbariyeyê re axivî û got:
"Van kesan ji xeynî hedefgirtina xalên ewlehiya navxwe û artêşê, tevlî suîkastan, operasyonên li qadê û teqandina amûrên teqîner bûne.
Her wiha wan plan dikir ku şeva sersalê kiryarên terorî pêk bînin."
Suheyl Hesen di lîsteya cezayan a Amerîkayê de ye
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya 12ê Kanûna Paşîn a 2017an de ragihandibû ku rayedarên leşkerî yên Sûriyeyê xistine lîsteya cezayan.
Di daxuyaniyê de hatibû destnîşankirin ku Albayê Hêzên Asmanî yên Sûriyeyê Suheyl Hesen el-Hesen ji avêtina bombeyên varîl ên li herêmên cuda yên Helebê berpirsyar e.