Kurdî li Sûriyeyê jî dibe dersa vebijêrkî, hefteyê 2 saet

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê, li gorî Biryarnameya Serokkomariyê ya bi hejmara 13an a sala 2026an, biryara amadekirina mufredata zimanê Kurdî, wergirtina mamosteyan û tevlîkirina dersê di plana perwerdeyê de da.

Wezaretê di biryara hejmar 943yan de destnîşan kir ku ev pêngav "ji bo parastina mafên çandî û zimanî û bihêzkirina cihêrengiya çandî ya ku yek ji stûnên yekîtiya niştimanî û nasnameya şaristaniya Sûriyeyê ye" hatiye avêtin.

Pêvajoya amadekirina mufredatê dest pê kir

Di çarçoveya biryarê de, Navenda Bipêşxistina Mufredata Niştimanî hat erkdarkirin ku herî dereng di nava 6 mehan de mufredata dersa Kurdî ya ji bo hemû qonaxên perwerdeyê amade bike.

Hat diyarkirin ku divê mufredat li gorî esasên zanistî û çarçoveya perwerdeya niştimanî be.

Tê pêşbînîkirin ku pêvajoya pesendkirin û çapkirina mufredata nû beriya destpêkirina sala nû ya xwendinê temam bibe.

Şertê ezmûnê ji bo mamosteyan

Ji bo dayîna dersa Kurdî hinek pîvan hatin diyarkirin.

Di warê îstixdama kadroyên perwerdeyê de, derçûyên zanîngeh an peymangehan ên ku zimanê Kurdî baş dizanin dê bên erkdarkirin.

Namzedên ku dixwazin bibin mamoste divê di ezmûnên nivîskî û devkî de bi ser bikevin.

Her wiha birêvebiriyên perwerde û rehabîlîtasyonê yên ku dê di bin banê wezaretê de bên avakirin, dê ji bo mamosteyan bernameyên pêşxistina pîşeyî bi rê ve bibin.

Dersa vebijêrkî û qada bicihkirinê

Di madeyên ku ji bo dersê hatine amadekirin de pênaseya "Kurdî zimanekî niştimanî ye" hat bikaranîn.

Bi biryarê re destûra fermî hat dayîn ku li herêmên ku nifûsa Kurdan li wan zêde ye, li dibistanên dewletê û yên taybet zimanê Kurdî bê xwendin.

Li gorî rêziknameyê, dersa Kurdî dê di qonaxên perwerdeyê de wekî "dersa vebijêrkî” cih bigire û dê heftê 2 demjimêran bê dayîn.

Hat eşkerekirin ku encamên vê dersê bandorê li derbaskirin an mana di polê de nake lê puanên ku tên wergirtin dê li notên giştî werin zêdekirin.

Heta ku xebatên mufredatê temam dibin, destûr hat dayîn ku dibistanên ku niha perwerdeya Kurdî didin, bernameyên xwe yên heyî bidomînin.

Ji bo şopandina bicihkirina biryarê û dabînkirina pêdiviyên lojîstîk, komîteyeke navendî bi serokatiya Wezîrê Perwerdeyê hat avakirin.

Her wiha li parêzgehan bi kordînasyona waliyan re xebatên teknîkî yên ji bo diyarkirina dibistanên ku dê dersa Kurdî lê bê dayîn dest pê kirin.