Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Niştimanî ya Sûriyê (ENS) ya opozîsyona Sûriyê ew nûçeyên ku dibêjin Tirkiyê ji wan xwestiye ji xaka wê derkevin red kirin.
Serokê berê yê ENSê Ebdilbasit Seyda ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand kir ku ti bingeh ji van gotegotan re tine ye ku dibêjin Tirkiyê ji ENSê xwestiye ji xaka wê derkeve.
Seyda aşkere kir ku guhertina hinek baregehên Hevpeymaniyê li Tirkiyê ji cihekî bo cihekî din proseyeke normal e û ti têkiliya wê bi van gotegotan re tine ye.
Seyda tekez kir ku hikûmeta Tirkiyê ne ji Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê û ne jî ENSê nexwestiye ku navendên xwe ji Tirkiyê derbixin û bibin welatekî din.
Medyaya ser bi hikûmeta Sûriyê ve belav kiribû ku hikûmeta Tirkiyê ji Hevpeymaniya opozisyonê xwestiye ku di nava mehekê de ji nav xaka Tirkiyê derkeve.
Hevpeymanî opozîsyonê û ENSê jî li Tirkiyê hatine avakirin û navendên wan ên sereke li bajarê Stenbolê ne. Herwiha ofîsên wan li bajarên nêzîkî sînorê navbera Tirkiyê û Sûriyê jî hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse